Nahêlin Parlamenterê HDP'ê biçe gundê xwe

  • 12:31 4 Nîsan 2019
  • Rojane
RIHA - Wezîrê Karê Hundir têketina Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan a navçeya Xelfetiyê qedexe kir. Polîsan nehişt Omer Ocalan biçe gundê lê ji dayik bûye jî. Polîsan fermana wezaretê bi awayek devkî ji Mehmet Ocalan re ragihandin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a gundê lê ji dayik bûye Amara û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hat qedexekirin. Polîs û leeşkeran bi rojan berê gund û navçeyê xist dorpêçê. Nahêlin kes biçe gundê Amarayê. Leşker li gund mal bi mal li kesên xerîb geriyan. Leşker û polîsan sê rêyên diçin gund jî bi bariyeran girtin. 
 
Biraziyê Abdullah Ocalan, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan xwest biçe gundê lê ji dayik bûye. Lê Omer li ser fermana wezaretê bernedan gund. Omer ê xwest biçe navenda Xelfetiyê jî dîsa hat astengkirin. Nehiştin ku Omer Ocalan biçe gundê xwe yê lê ji dayik bûye. 
 
Polîsan ji Omer re got fermana wezaretê heye û heta dê tu wekîlên HDP’ê jî bernedin gund û navçeyê. Omer Ocalan ê li ber bariyerên polîsan disekine dixwaze xwe bi Walîtiya Rihayê re hevdîtin bike. 
  
Omer Ocalan rewşa pê re rû bi rû ma wek “terora dewletê” nirxand û got: “Îro li ser fermana wezîrê karê hundir, ez nikarim biçim gundê ez lê ji dayik bûme jî. Ev jî rewşa îktîdarê ya gihîştiyê nîşan dide. Tu rayedar bersiv nade telefonên me. Heta Waliyê Rihayê telefona me bibersivîne em ê li vir bisekinin.”