Li Îdrê ji bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

  • 12:30 4 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎDIR - Walîtiya Îdîrê, piştî îtîrazên ji bo encamên hilbijartinê, deng ji nû ve hatin jimartin û HDP bi ser ket, 15 rojan qedexeya çalakî û şahiyan îlan kir. 
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li gorî encamên hê fermî nebûyî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêjeya 50.10 ji sedî yê dengan girt û li hemberî eniya faşîst a AKP-MHP hilbijartin qezenç kir. Lê belê li ser îtîraza eniya navborî dîsa di 70 sindoqan de deng ji nû ve hatin jimartin û 60 dengên HDP’ê zêde bûn.
 
Piştî hejmartina dengan, komeke faşîst a MHP’yî êrîş bir ser HDP’yiyên ku li ser Riya Walitiyê bi konvoya wesayîtan pîrozbahî dikir.
 
Polîsan destwerdana komê kir kom belav kir lê belê walitiya bajêr ev bûyer kire hincet û li bajêr qedexeya 15 rojan a xwepêşandan, meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiyan ragihand.
 
Piştî serketina HDP'ê ya şaredariyê, şahiya ku dihat payîn wê sibê bê lidarxistin, hat betalkirin.