Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi çoşek mezin didome
- 12:25 4 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal tê lidarxistin, bi coşeke mezin di roja fînalê de dewam dike.
12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê pîrozkirin didome. Mîhrîcana ku ji aliyê Saziya Hînkarî û Perwerdê ve tê organîzekirin wê 2 rojan dom bike. Bernameya mîhrîcanê bi beşdarbûna hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê di roja fînalê de dewam dike. Mîhrîcan îro bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Li ser wate û giringiya rojê endama Saziya Hînkarî û Perwerdeyê Pakistan Bîlen axivî û got: “Em di serî de xêrhatina hemû gel û mêhvanan dikin. Ev roja herî bi wate di destpekê de li rêber Apo, hemû kes û tekoşerên li her çar parçeyên welat û li gelê vê derê amede em piroz dikin. Bi bonaya vê rojê 4’ê Nîsanê hetî pejirandin bûye mîlad, dîrok, hebun û bûye qêrînek li hemberî koletiyê. Ji ber ve yekê ew felsefe û fikrê Rêber Apo ji bo me gelek girîng e. Em Gelê Kurd bedelên gelek mezin didin. Niha em li dijî dagirkeriyê bi berxwedanek heri mezin didin meşandin. Ew berxwdana Leyla Guven dayî destpêkirin bi Nasir û Fadileyan tê berdewamkirin. Ev fikra Rêber Apo ya ku diyarî gelê kurd kirî ye. Ji bo wê jî dema dijmin hêza me dibîne her tim erişî kurdan dikin û ji hêza kurdan gelek ditirse. Di vê pevajoyê de divê em bibin xwedî seknek heri baş bi Rêberê xwe re bijîn em vê tecrida ku di şexse Rêbertî li Gelê Kurd te kirin em ê bişkînin û bi awayekî azad em bi Rêberê xwe bijîn."
Di rêza bernameyê de pasta ji aliyê endamên saziyên wargehê û xwendekarê pêşdibistanê ve hat birîn. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayîka bi navê Xezal axivî û got: “Em xêrhatina we hemûya dikin vê rojê li Rêbertî, Leyla Guven, Nasir Yaxiz û Fadîleyan pîroz dikin.”
Di rêza bernameyê de koma dengbêjiyê yên dibistanên Navîn û Amadeyî derket ser dikê. Piştre jî koma dengbêji yên dibistanên seretayî derketin ser dikê piştî dengbêjiyê navbera nîro hat dayîn.
Mîhrîcan didome.