Pervîn Buldan: Gel ji zû de biryara xwe daye

  • 14:51 17 Adar 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku li Bazîdê ji hezaran re axivî, diyar kir ku gel biryara xwe ji zû de daye. Pervîn derabrê derbarê biryara Yekitiya Ewropa ya derbarê Tirkiyeyê de jî wiha  got: "Ger ku hûn li pêşeroja vî welatî difikirin pêdivî bi pêşketinên demokratîk heye û ew jî bi cihanîna daxwazên Gelê Kurd pêkan e. Divê hûn li Leyla Guven guhdar bikin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li navçeya Bazîdê ya Agiriyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Pervîn û heyeta pê re li Bazîdê, bi konvoyek mezin û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin û li gel heyeta pêre derbasî qada mîtingê bû. Pervîn bi dirûşmeya "Gel bi we şanaze" hat pêşwazîkirin. Pervîn, li vir xitabî gel kir û xwest hikûmet bi lezgîn bersîvê bide daxwazên  Leyla Guven û girtiyên di grevê de. 
 
Pevîn, ewil bal kişand ser polîtîkaya qeyûm û wiha got: "Qeyûm li her derê vîna gel xezp kiriye. Li vir jî vîna we xezp kirin. Şaredarên bi vîna we hatin hilbijartin ji kar girtin. Vîna we teslîmî qeyûm kirin. Wan qeyûman li her derê heman tişt kir. Li her derê çand, nirx û rûmeta gel jê birin. Peyker, bust û nirxên gel tune kirin. Bustê Ehmedê Xanî xera kirin hilweşandin. Qeyûmê hat vir. bustê Ehmedê Xanî hilweşand. Qeyûm hat vir Mala Piştevaniya Tenduristiyê ya Ayşenûr Zarakoglu  ya ku jinan bi hezar kedî vekiribûn girtin. Bi destûra xwedê em dê wan bişînin Enqereyê."  
 
'Em ê wê hişmendiyê bi hev re bişînin Enqereyê'
 
Pervîn, bal kişand ser nêzîkatiya Erdogan a beriya pêvajoyê û piştî pêvajoya çareseriyê û wiha lê zêde kir: "Em li vir soz didin we, em dê di 31'ê Adarê de wê hişmendiyê bi hev re bişînin Enqere. Tayib Beg di pêvajoya çareseriyê de zêde pesnê Ehmedê Xanî da. Lê piştî pêvajo xera kir, cihê Ehmedê Xanî ji dilê xwe derxistin. Lê di dilê me de cihê Ahemdî Xanî her dem heye. Tu car ji dilê me dernakeve. Îro roja hesabpirsînê ye.  Li vir tenê deriyekî sînor heye. Deriyê sînor ku berê deriyê debara gelê Bazîdê bû. Niha tenê bûye deriyê xizmeta AKP'ê. Tenê xizmeta AKP'ê û hevkarên wan dike. Bila Tayip beg bê li vir miroven betal bibîne. Lê tenê tiştekî dikin, di sînevîzyonan de me nîşan dide. Me weki terorist nîşan dide. Lê bila bê vir û dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" bibinin. Lê tu hêza wan a bê vir tune ye. Erdogan di sînevîzyonan de kuştina 49 mislimanan nîşan dide û dengan kom dike. Guneh e ey be. Erdogan dibêje em yên hatine xuliqandin ji ber yê afirandiye em hez dikin. Lê em hemû ji aliyê yek kesî ve hatine quliqandin. Wê demê çima cudakariyê dixe navberê. Çima berbendiyê dixe nav. Em qet destûr nadin berbendî û cudakariyê. Em dê bi rêya aştî û biratiyê dawî li vê ferasetê bînin."   
 
'Divê hûn gavên demokratîk biavêjin'
 
Pervîn, anî ziman ku îro ji ber krîza aborî gelek pirsgirêk hene û wiha berdewam kir: "Bi taybetî di milê sewalkariye de pirsgirêk zêde ne. Mirovên me nikarin êm ij sewalên xwe bigirin. Mirovên me mahkûmî birçîbûnê kirin. Lê em baş dizanin ku gelê Bazîdê tu car ne mohtacî AKP'ê û ne birçiyê AKP'ê ye.  Her roj îdîda dikin ku azadî û demokrasî anîne vî welatî. Lê her roj siyasetmedar, aştîxwaz, akademîsyenan digirin. Bi qeyûman vîna gel xezp dikin. Parlamenter û şaredaran digirin. Ger ku îro Yekîtiya Ewropa ketina Tirkiye red dike, wê demê we li cihekî şaşî kiriye. Ger ku hûn mirovan ceza nekin, hevserokan û hevşaredaran negirin û ji peywirê negirin. Ger ku hûn Selehatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag negirin wê demê rê li pêş we nayê girtin. Ger ku hûn dixwazin li pêşeroja jin û ciwanan rê vekin û dixwazin tekevin Yekîtiya Ewropa wê demê divê hûn gavên demokratîk bavêjin."  
 
'Tecrîd belav bûye'
 
Pervîn, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê û wiha bi dawî kir: "Îro 130 rojin rêzdar Leyla Guven di grevê de ye. Ne tenê Leyla Guven, li hemû girtîgehan û welatên ewropa bi hezaran mirov ketine greva birçîbûnê. Jiyana mirovan hatiye asta krtîtîk. Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin divê hûn daxwaza van mirovan pêk bînin. Daxwaza van mirovan demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Demek berî demekê parêzer û malbat bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Ev daxwaz demokratîk, meşrû û zagonî ye. Nedîtina van daxwazan nedîtina hiqûq û edaletê ye.  Tecrîd îro li ser hemû Tirkiye belav bûye. Îro li Tirkiye her kes di bin tecrîdê de ye. Çareseriya vê yekê bi rakirina tecrîdkirina Ocalan pêkan e.  Em li vir carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Em dibêjin zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Ger ku hûn van zagon û hiqûqa xwe pêk nînin hûn bi xwe re dikevin nava nakokiyan.  Ji bo daxwazên me pêk bên û têkevin meriyetê em dê bi hevre di 31'ê Adarê de bersîve bidin. Em dê di 31'ê Adarê de înkar û îmhaya li ser çand, nasname û nirxên xwe bibîr bînin û em dê dawî li vê yekê bînin. Êdî dê li vir hevşaredara jin wê hebe. Dê li derd û pirsgirêkên we guhdar bike. Wê li dijî pirsgiran têbikoşe.  Em dê bi hevre Bazîde, Agirî, Panosê bi dest bixin. Bazîd ya me ye Aştî ya me ye." 
 
Piştî axaftina Pervînê, mîtîngê bi stranan û govendê berdewam kir.