Meclisa Jinan a PYD'ê derbarê berxwedana serdemê de komcivîn li dar xist

  • 14:08 17 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya 'Berxwedana Serdemê berdewam e, bi vîna jina azad wê bi serbikeve" Meclisa Jina a PYD'ê komcivînek li dar xist.
 
Îro Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) li ser rewşa bakur û rojhelatê Sûriyeyê komcivînek ji bo berxwedana Serdemê li dar xist. Civîn bi tevlîbûna bi dehan jinên siyasetmedar, Partî, Rêxstin û saziyên jin li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Hola Zana a ku komcivîn lê hat lidarxistin  bi wêneyên pêşengên berxwedana Serdemê Avêsta, Barîn û tekoşerên jin hat xemlanidin. 
 
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di komcivîna ku wê l iser sê xalan niqaş bên kirin, xala yekê ku mijara wê rewşa sosyolojîk ya Efrînê ye ji aliyê berdeveka PYD'ê Sîlvana Elî ve hat şîrovekirin, Sîlvana wiha got:" Cihê herî zêde di xweza û dîrokê de dewlemend Efrînê ye ku  tevahî pêkheteyên Sûriyeyê himêz kirbû. Jinên Efîrnê bi axa xwe ve girêdayî ne, çand û kevneşopiya xwe baş parst bûn û hîn jî diparêzin.  Jina Efrînê bi kesayeta xwe ya têkoşer berî şoreşê û heman demê di şoreşê de jî tê nasîn. jina Efrînî bi şoreşê re cihê xwe di her milê jiyanê de girt, Civaka Efrîn civakeke herî zêde parestina çanda xwe ya kevnar kiriye."
 
Komcivîn bi nîqaşên jinan didome, dê paşê xala duyemîn ji aliyê Hevseroka PYD'ê Eyîşa Hiso li ser berxwedana Efîrnê bê şîrovekirin û nîqaşkirin.