Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî 17 roj in di grevê de ne

  • 13:38 17 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtiyên di 1'ê Adarê de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kirin 17 rojin di grevê de ne. 
 
Ji ber ku bi sedan girtiyên siyasi ketin grevê û xwestin tecrîd bi dawî bibe, hikûmetê gav neavêt, di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê. Li dijî tecridkirina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1'ê Adarê ve li hemû girtîgehan bi hezaran girtî di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî 67 girtiyên di 1'ê Adarê de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kirin 17 rojin di grevê de ne. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê jî di roja 130'yemin de berdewam dike. 
 
Girtiyên li Girtigeha tîpa F a Wanê ji 1'ê Adarê de 17 rojin ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger wiha ne: "Adem Bozdag, Adnan Mirzai, Agir Kaçar, Agit Ongun, Aslan Kaplan, Aydın Kuş, Botan Timur, Can Guder, Çetin Guler, Dindar Taş, Divali Acar, Diyadin Sezgin, Dogan Aytiş, Evin Newroz Korkmaz, Emrullah Demirhan, Engin Balta, Hakan Bîngol, Hakan Gunç, Harun Dayan, Harun Demir, Hasan Akman, Îbrahim Tekin, Îdris Işik, İhsan Çiftçi, Îhsan Topuz, Îrfan Sabay, Îskender Dere, Kahraman Muslu, Kamhran Sonbat, Kerim Ozkan, Lokman Gunduz, M. Sait Yalçın, Mehmet Zeki Îlmin, Mahsum Sarı, Mahsun  Deger, Mazlum Dursun, Macit Kanat, Medet Oruç, Mehmet Deniz, Mehmet Duran, Mehmet Sayilgan, Mert Ekinci, Metin Aşkan, Mustafa Andiç, Mustafa Sidar, Muslum Kaya, Nazli Aydin, Necdet Abî, Nurettin Abî, Ozan Ege, Onder Bugur, Onder Hakan, Ramazan Çelîk, Recep Altındag, Sedat Ayyildiz, Sedat Karabalik, Serbest Çîtar, Sîttar Kurt, Şaban Tekin, Ugur Uyar, Ubeyt Temel, Umît Keskin, Umît Mizrak, Veysel Bayat, Yusuf Duman, Zekeriya Seven, Zekî Akdogan."