Komîteya Amadekar a Newerozê: :Em ê bibin lehî û biherikin qadê
- 13:37 17 Adar 2019
- Rojane
AMED - Ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin Komîteya Amadekar a Newerozê civîn li dar xist. Komîtgeyê hemû gel vexwend qada Newerozê û got ew ê bi dirûşma, "Em ê tecrîdê bişkînin û teqez bi ser kevin" li qadan bin.
Di 21'ê Adarê de di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) de wê li Qada Newerozê ya li taxa Bagcilar a Amedê Newroz bê pîrozkirin. Bi destûrdayîna walîtiyê re îro derbarê pîrzbahiya Newerozê de Komteya Amadekar a Newerozê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li gel nûnerên HDP, DBP, TJA, û KCD'ê namzedên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û nûnerên partiyên siyasî ên tifaqa hilbijartinê cih girtin.
'Em newrozê bi kaos û krîzê pêşwazî diki'
Li ser navê komîtya amadekar Hevserokê Bajêr yê DBP'ê Garîp Kandemîr axivî û diyar kir ku ew hem li Rojhilata Navîn û hem jî li herêmê Newroza îsal di nava şer, tecrîd, krîz û aloziyan de pêşwazî dikin û wiha berdewam kir: " Em ê Newroza îsal her wiha bi Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê ku di heman demê de referandûmeke, pêşwazî dikin. Ev rûdane nîşan didin ku dîroka zilm û înkarê ya sedsalî tenê dikare bi berxwedanê bê guhertin. Di vê serdemê de girîngiya xeta azadiyê ya gelên me ku xwedî îdiaya jiyaneke bi hev re, wekhev û demokratîk e, bêhtir derketiye pêş. Di serdema me de ku siyaseta demokratîk bi sepanên zextê ji holê tê rakirin, yên ku li dijî zîhniyeta darbekar, li dijî kedxwariyê, li dijî tunekirina xwezayê, li dijî polîtîkayên înkar-îmha û pişaftinê, li dijî komkujî û dagirkeriyê û li dijî qirkirinên aborî, çandî û siyasî hêviya gelan zindî dihêlin, di roja me de ji her demê bêhtir li ber xwe didin."
'Rojeva me ya esasî greva birçîbûnê ye'
Garîp di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jinên ku pêşenga têkoşîna me ne îro jî di refa herî pêş cihê xwe digirin û ev tişt got: " Jinên ku bi têkoşîna xwe ya di her qadê de jinan dikin hîmê jiyanê bi coşa xwe ya ji 8'ê Adarê girtî bi biryardarî digihîn Newrozê. Rojeva gelê me ya esasî têkoşîna ji bo li welatê hevpar welatîbûna wekhev e, çareseriya demokratîk e, di her qadê de têkoşîna li dijî hemû sepandinên faşîzmê ye, û helbet çalakiya greva birçîbûnê ye ku bi pêşengiya hevseroka KCD'ê û parlamentera me ya colemêrgê Leyla Guven e ku armanc şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em Newroza 2019'an a Amedê bi van rojevan pêşwazî dikin. Bo ku Cejna Azadiyê bi coş û biryara bilind a gel li Amedê bê lidarxistin em hemû amadekariyan bi heyecana cejnên pêk tînin."
'Em bang li gelê Amedê dikin ku biherikin qada Newrozê'
Garîp anî ziman ku ji bo amadekariyên newrozê û roja newerozê bi hezaran kes hatine seferberkirin û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Bo ku Cejna Azadiyê bi coş û biryara bilind a gel li Amedê bê lidarxistin em hemû amadekariyan bi heyecana cejnên pêk tînin. İsal ji bo hemû xebatên pêşwext ên Newrozê û roja pîrozbahiyê pêk bên ji hezarî bêtir peywirdar bi rihê seferberiyê dixebitin. Îro ji bo ku Cejna Azadiyê bi coj bê pîrozkirin hemû aliyên xebatan bi hesasyeteke mezin hatiye plankirin. Xebatên vexwendina mêvanên beşdarê Newroza Amedê dibin çi li welêt û dervayê welêt bi hemû lezdanê li ber encamê ye. Hêjayê gotinê ye ku daxwazeke mezin ya ji bo beşdarbûna Newrozê ji welat û dervayê welat heye. Baweriya me ev e ku dê hemû gelê me yên li Amedê roja 21’ê Adarê bi helwest û biryardariyeke xurttir bibe lehî û biherike Qada Newrozê. Em li ser navê hemû aliyên di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û hemû aliyên beşdarên tefaqa hilbijartinê de cih digirin gele xwe vedixwînin Cejna Newrozê û careke din bi dirûşma; 'Em ê Tecrîdê Bişkînin' û 'Teqez Biserkevin' banga Amadê dikî da ku misyona dîrokî di rihê berxwadana pîroz de pêk bê."
Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû