Li Wanê amadekariyên hilbijartinê qediyan perwerdê dest pê kir
- 09:04 17 Adar 2019
- Rojane
WAN- Parêzer Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku li Wanê di mijara ewlehiya hilbijartinan de perwerdeyê destpê kiriye û got parêzerên li navçeyan peywirdarin, peywirdarên sindoqan, muşahîd û berpirsên dibistanan wê bi awayekî koordîne bixebitin û bang li welatiyan kir ku xwedî li sindoqan derkevin.
Li Wanê xebatên hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî bê navber didomin. HDP xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jinan gund bi gund, navçe bi navçe, tax bi tax dimeşîne û di vekirina buroyan jî vediguhere mîtîngan. Parêzer Dîlan Kunt Ayan ku di yekÎneya karên hilbijartinê ya ji aliyê HDP’ê ve hatiye avakirin de cih digire û peywirdara Artemîtê ya YSK’ê ye, der barê amadekariyên dawî de nirxandin kir.
Dîlanê diyar kir ku peywirdar, muşahîd û berpirsên dildar yên di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de neguherîne û ji ber vê jî amadekariyek cuda nekirine û got: “Lê em bi ekîbek profesyonel û dildaran re xebatên xwe dimeşînin. Me beriya starta hilbijartinê bê dayîn dest bi xebatan kir. Bi giştî 17 hezar peywirdarên sindoqê hene. Hema hema li hemû navçeyan xebatên me temam bûn. Herî dawî Artemît mabû. Me belge girt, em ê teslîmê peywirdarên sindoqê bikin.”
‘Em ê bi hevalan re vê pêvajoyê derbas bikin’
Dîlanê destnîşan kir ku niha dest bi dayîna perwerdehiya ji bo endamên lijneya sindoqan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Roja hilbijartinê divê baldarî li çi be, li ser vê xebat hatin destpêkirin. Plansaziya me ya perwerdê der barê vê de dest pê kir. Em bi 6 hîndekaran li navçeyan wê perwerdê bidin. Roja hilbijartinê nêzî 80 parêzer wê peywirê bigirin.”
‘Perwerde girîngin’
Dîlanê di dawiyê de balkişand ser girîngiya perwerdehiyan û da zanîn ku du roj bimîne ji hilbijartinan re wê perwerdeyê biqedînin û got bi ekîbek cidî wê hilbijartinan derbas bikin. Her wiha Dîlanê bi lêv kir ku muşahîd heta roja dawî dikarin serî li lijneyên hilbijartinê ya navçeyan bidin.
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her kes ji sindoqa ku denga xwe têde bikaraniye de berpirsin û got divê her kes xwedî li sindoqan derkevin.