ROJEVA 17'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 17 Adar 2019
- Rojev
*Nûda Gûlbahar, her tim bi rûkenî û dilnizmiya xwe dihat nasîn. Ew jî bû şopdara Nûda Karker. Nûda Gûlbahar ew jî yek ji wan jinan bû ku li hember pergala desthilatdarî serî rakir û tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bû.
*Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin,li 66 girtîgehên Tirkiyeyê belav bû û niha 331 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe û li dijî van çalakiyan bêdengî û bêhestiyariya hikûmetê jî didome. Malbatên girtiyên grevên birçîbûnê de nêrazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û gotin ku rewş wiha bidome ew jî dê dest bi grevên birçîbûnê bikin. DÎMEN HEYE
*Jinên şahidiya Newroza sala 1992’an kirin diyar dikin ku divê îro jî Gelê Kurd li ber xwe bide û gotin: “Em ji kevneşopiya berxwedana Berîvanê tên. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê vê Newrozê jî li qadan bin.” BI DÎMEN
*Yek ji jinên pêşenga têkoşîna jinên kurd Besê Anûş e. 38 sal berê jiyana xwe ji dest da. Besê ya li dijî komkujiya Dêrsîmê rola sereke lîst,kevneşopiya wê piştî 1938’an şûnde bi Besê Anuş berdewam kir.
*Newroz li gelek erdnîgariyan wek mizginiya biharê ji aliyê gelan ve tê pîrozkirin. Ji bo Gelê Kurd jî sembola serhildan, berxwedan û azadiyê ye. Ji Kawayê hesinkar heta Mazlum Doganan, dirêj bûye û niha jî berxwedan li zindanan didome.
*Parêzer Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku li Wanê di mijara ewlehiya hilbijartinan de perwerdeyê destpê kiriye û got parêzerên li navçeyan peywirdarin, peywirdarên sindoqan, muşahîd û berpirsên dibistanan wê bi awayekî koordîne bixebitin û bang li welatiyan kir ku xwedî li sindoqan derkevin.
*Nesîbe Başaran diyar kir ku polîsên bi ser mala wan de girtine zarok jî li erdê dirêj kirine û çek dane serê wan û wiha got: “Kurê min diçe HDP’ê. Li wir xebatan dimeşîne. Ji ber vê bi ser mala min de girtin. Hun çima bi ser mala tecawizkaran de nagirin? Hun çima bi ser mala kujerên jinan de nagirin? Ne çekan didin serê wan ne jî wan digirin.” BI DÎMEN