Li Rojavayê Kurdistanê Komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin

  • 16:29 16 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarên Rojavayê Kurdistanê yên Qamişlo û Hesekê 31'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê hat bîranîn. Li Girkêlega Qamişloyê li Qada Şehîd Xebat daxuyanî hat dayin. Li Hesekê jî li Kurd Ereb û Suryanan bi hev re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê hat gotin ku ji bo komkujiyên bi vî rengî neyên jiyîn divê hemû gel bibin yek û li dijî dagirkerî û faşîzmê li berxwe bidin. 
 
Li Girkêlega Qamişloyê gelek kes li Qada Şehîd Xebat kom bûn û komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Navçeya Girkêlegê Xaliya Selmo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em Komkujiya Helebçeyê şermezar dikin. Dijminên mirovahiyê bi kimyasalê êrîşî gelê kurd kirin û bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Armanc ew bû ku vîna gelê kurd bê çewisandin û mafên wan nedin wan. Îro jî gelê kurd ji tevahî dunyayê re da isbatkirin ku xwediyê fikrê azadin û daxwaziya wan  aramiya tevahî gelane, destanên qehremaniyê li himber terorê her roj bi serkeftinên nih dinivîsin. Ji bo wê jî gelekî ewqas xwedî dîroka tekoşînê ji dunyarê re bûne mînak . Em careke din şehîdên Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên"Şehîd namirin, Bijî serok Apo"hat bi dawîkirin.
 
Hesekê
 
Gelên Til Temir û Hesekê, Kurd, Suryan, Ereb bi boneya 31'emîn komkujiya Helebçeyê kom bûn û daxuyanî dan. 
 
Gelên Hesekê Kurd, Suryan, Ereb bi boneya 31'emîn komkujiya Helebçeyê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em şehîdên xwe yên Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û dîktatoran bi tundî şermezar dikin. Diktatoran her dem gelê azadixwaz hedef girtine. Lê gelê kurd îro bi têkoşîna li dijî terorê bersiva herî xweş didin dijminên mirovahiyê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dijminên mirovahiyê bidomînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû. 
 
Til Temir
 
Li Til Temirê jî komkujiya helebçeyê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.
 
Gelên li Til Temirê bi daxuyaniyê komkujiya helebçeyê şermezar kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di daxuyaniyê de endamên sazî û dezgeyan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa bajarê Til Temir Nazlîcan Emîn hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê şehîdên helebçeyê hatin bîranîn û hat gotin ku dê têkoşîna li dijî faşîzmê bidome. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.