'Heta ku daxwazên me bînin cih em ê têbikoşin'
- 16:00 16 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 237’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Refîk Şunkur ê 26 sal in girtî ne û gelek nexweşînên wî hene û nikare milê xwe bikar bîne û daxwaza tedawiyê hatiye redkirin.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 237’emîn de çalakî li dar xist. Înîsiyatîfê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê da. Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Refîk Şunkur ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.
Sevîl behsa nexweşînên Refîk Şunkur ê 44 salî ku 26 sal in di girtîgehê de ye û got: “Nexweşîna piştê, newxweşînên fitiq, troîd, ulsera mîdeyê, reflu pê re hene. Ji ber ku enîşka milê wê çepê de birîn heye, 15 santîmetre hestî heliyaye. Ji bo milê xwe ket nava hewldanan lê dîsa jî nehatiye tedawîkirin û nayê kirin. Ji ber ku nikare milê xwe bive û bîne nikare pêdiviyên xwe bîne. Ji ber nexweşîna dil pîlê dil bi kar tîne û divê ji 6 mehan carek bi awayek rêkûpêk kontrola wî bê kirin. Tevî xwest ji bo kontrola nexweşînên wî neqlî nexweşxaneyek bikin jî lê daxwaz ji aliyê rayedarên dadê ve hatiye redkirin. Em dibêjin heta ku daxwazên me bînin cih em ê têbikoşin.”