Jiyan Husên: Komkujiya Helebçeyê asta kîna li dijî gelê kurd diyar dike

  • 15:03 16 Adar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya  Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Ibrahîm derbarê komkujiya Helebçeyê de got:" Komkujiya Helebçeyê siyasetek ji bo qirkirina gelê kurd e û heta roja îro jî li Efrînê dewam dike."
 
Derbarê 31'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de Endama Rêveberiya  Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Ibrahîm wiha got:"Komkujiya Helebçeyê asta kîna li dijî gelê kurd diyar dike. Her dem li dijî Gelê Kurd siyaseta qirkirin û dijminatiyê hatiye meşandin. Têkoşîna me ya li dijî qirkirin û dijminatiyê heta roja îro didome û ew ê bidome."
 
'Heta niha gelek bûyer ji ser serê kudan derbas bûye'
 
Jiyanê got:"Heta niha gelek bûyer ji ser serê kudan derbas bûye. Komkujiyên Efrîn, Şengal, Nisêbîn, Sûr mînakên herî dawî ne. Çiqas komkujî li ser gelê kurd bê kirin jî gelê kurd di têkoşîna xwe de bi israr in. Sedam jî xwest bi komkujiya Helebçeyê gelê kurd tune bike. Xwest îradeya gelê kurd tune bike. Erdogan jî bi çeteyên DAÎŞ'ê û OSO êrîşî gelê kurd dike. Em hêvî dikin ku ew ê çarenûsa Erdogan wekî ya Sedam be."
 
'Komkujiya Helebçeyê asta kîna li dijî gelê kurd diyar dike'
 
Jiyanê herî dawî wiha got:"Komkujiya Helebçeyê siyasetek ji bo qirkirina gelê kurd e û heta roja îro jî li Efrînê dewam dike. Komkujiya Helebçeyê asta kîna li dijî gelê kurd diyar dike. Her dem li dijî Gelê Kurd siyaseta qirkirin û dijminatiyê hatiye meşandin. Têkoşîna me ya li dijî qirkirin û dijminatiyê heta roja îro didome û ew ê bidome."