Namzetên hevşaredariya HDP'ê yên Erdîşê projeyên xwe aşkera kirin
- 14:21 16 Adar 2019
- Rojane
WAN - Namzetên hevşaredariya HDP`ê yên Erdîşê projeyên xwe bi çapemeniyê re parve kirin.
Bi tevlîbûna Parlementerên HDP`ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Hevseroka HDP`ê ya Wanê Yadîşen Karabulak,namzetên hevşaredariyên navçeyên Erdîşê Yildiz Çetîn,Mahmut Pala û rêxistinên HDP,DBP`ê yên navçeyê li otela Macitlerê projeyên xwe bi çapemeniyê re parve kir.
Bername bi axaftina namzeta Hevşaredariya HDP`ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn ve dest pê kir. Yildizê bal kişand ser polîtîkayên qeyyûm û wiha axivî;“ Ez destpêkê de berxwedana Leyla Guven û berxwedana zindanan slav dikim. Em ê serî netewînîn û qebûl nekin. Wekî ku hûn jî dizanin 2 sal in ev navçe ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin. Projeyên HDP`ê hemû hatin betalkirin û navçe li gorî hişmendiya yekperestî rêve birin. Ji jinan ditirsin û qasî em jin hebin jî dê bitirsin û ew ê her tim jî bitirsin. Ji ber ku em jin hene û em ê hebin. Em ê bi gelê xwe re bi hev re bajarê xwe rêve bibîn û em ê di 31`Adarê de bibêjîn Erdîş ya me ye. ”
Pişt re namzetê hevşaredariya HDP`ê yê Erdîşê Mahmut Pala axivî. Mahmut jî bal kişand ser hilbijartinê û wiha got;“Ez komkujiya Helepçeyê şermezar dikim. Em ê tu car li dijî zilmê û zilimkaran serî netewînîn. Em ê bi projeyên xwe û nêzîkatiyeke rast navçeyan ji nû ve ava bikin. Hişmendiya ku vîna me xesp kiriye em ê di 31`ê Adarê de bi gelê xwe re ji wan re hesab bipirsin. ”
Projeyên ku ji aliyê namzetên hevşaredariya Erdîşe ve hatine daxuyandin wiha ne:
*Dê ji her tax û semtên Erdîşê re ji ciwanan re qadên werzîşê bên vekirin.
*Dê ji gel re xizmeta tendurîstiyê belaş bê dayîn.
*Dê li her taxekê kreşên zimanê zikmakî bên vekirin û li taxan salonên çand û werzîşê bên vekirin.
*Dê li navçeyan navenda jinan bê vekirin û aborî,derûnî re ji jinan re bibin alîkar.
*Dê ji jinan re qerta jin bê derxistin û di warê gihaştina rê de bibin alîkar.
*Di qada çandinê de jî em ê bi tovên xwezayî hem di warê aborî de hem jî aliyê xwezayidê navçeyan bikin navçeyên ekolojiyê.
*Ji bo pêşvebirina aboriya navçeyê em ê li Erdîşê febriqaya Salçeyê vekin.
*Em ê li navçeyê febriqaya Sucuk vekin.
*Em ê kooperatîfên şîr û goşt ava bikin û em ê gel teşwîqî hilbirînê bikin.
*Ji bo ku hilberîn û ekolojî pêş ve biçe em ê gundê ekolojîk ava bikin.