Li avahiya HDP'ê nobeta 2 rojî dest pê kir
- 13:54 16 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo alîkariya kesên di greva birçîbûnê de dê nobeta 2 rojî dest pê bike.
Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag a HDP'î di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên HDP'î di 8'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. 4 kesên ku bi parlamenterên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn hatin girtin. 3 kes jî hîn li Mudurtiyeta Emniyetê ya Amedê di bin çavan de ne. Bi daxuyaniyekê nobeta 2 rojî ya ji bo piştgiriya çalakiya parlmenterên HDP'ê dest pê kir. Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, TJA, Rêxistinên navçe û bajaran ên HDP û DBP'ê, parlamenterên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de ne, Dersim Dag, Tayip Temel, Murat Sarisaç beşdar bûn. Xizmên girtiyan dirûşmên "Zarokên me rûmeta me ne","Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
'Komkujiya Helepçeyê hat bîranînin'
Murat Sarisaç ê ku ji 8'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku 31'emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê ye û her kes vexwend rêzgirtinê. Deqeyek rêz hat girtin. Murat piştre got:"Em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî slav dikin. Bi salane Gelê Kurd bi komkujyan rû bi rû dimînin. Tu komkujî serî bi Gelê Kurd nikare bide tewandin."
'Dixwazin gelan tune bikin'
Her wiha Murat derbarê rewşa Leyla Guven de wiha got:"Gelekî bi ser kesên ku çalakiya grevê pêk tînin tên. Bi astengî, komkujî û êrîşan dixwazin têkoşîna rûmetê ya gelan tune bikin. Daxwza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta ku daxwaz bên qebûlkirin em ê li berxwe bidin."
Piştî axaftinê bi dirûşma "Daxwaza Leyla daxwaza me ye" nobetê dest pê kir.