Ji bo Newroza Stenbolê û Îzmîrê destûr hat dayin
- 11:50 16 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Serlêdana Koordinasyona Tertîba Newrozê ya li Lijneya Hilbijartana Navçeya Bakirkoyê hatibû kirin, hat qebûlkirin. Ew ê Newroz di 24'ê Adarê de saet di 12.00'an de li Sûka Bakirkoyê bê pîrozkirin. Her wiha ji bo pîrozbahiya Newroza Îzmîrê jî destûr hat dayin. Dê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê Newroz Di 21'ê Adarê roja pêncşemê bê pîrozkirin.
Serlêdana Koordinasyona Tertîba Newrozê ya li Lijneya Hilbijartana Navçeya Bakirkoyê hatibû kirin, hat qebûlkirin. Ew ê Newroz bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin, Newroz pîroz be" di 24'ê Adarê de saet di 12.00'an de li Sûka Bakirkoyê bê pîrozkirin.
Tê payin ku dê naveroka bernameyê di rojên pêş de bê diyarkirin.
Îzmîr
Serlêdana Koordinasyona Tertîba Newrozê a ji bo 21'ê Adarê hatibû kirin, hat qebûlkirin. Dê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê Newroz Di 21'ê Adarê roja pêncşemê bê pîrozkirin. Dê saet di navbera 16.00 û 19.00'an de Newroz tevî mîtinga hilbijartinê bê pîrozkirin. Dê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Hunermend Ayşenur Kolivar, Diljen Rojin beşdarî bernameya Newrozê bibin.
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Kadir Baydur derbarê mijarê de got:"Dê komisyona rêxistinê heta dawiyê xebatê bi ananso bidomîne. Em bang li hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz dikin deng bidin demokrasiyê. Em ê ji Îzmîrê peyamek xurt bişînin ji Enqereyê ji îktedarê. Dê di 31'ê Adarê de derbarê tecrîdê de peyamên me hebin.