Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin
- 11:49 16 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan girtî ne, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serledana malbata Ocalan red kir.
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li heman dozgeriyê dabûn, lê serdozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an vir ve yekem car di 12'ê Çile de hevdîtin bi birayê xwe re pêk anîbû.