Berxwedana Leyla Guven di roja 129'an de ye

  • 11:09 16 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 129'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 129'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê di roja 129'emîn de berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e. 
  
Heta roja îro hem ji welêt û hem jî ji dervê welêt gelek kes û nûnerên saziyan ji bo piştevaniyê serdana Leylayê kirin. Gelk rojnameger, ronakbîr û nivîskaran jî piştevaniya xwe ya bi leylayê re ragihandin û xwestin ku hilûmet ji bo tecrîd bê rakirin gavê biavêje. 
 
Çalakiya girtiyan berdewam dike
 
Piştî Leylayê çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 90'emîn de, li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 1016'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 90'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok diroja 56'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin jî di roja 61'emîn de berdewam dike.   
 
Endamên DHP'ê yên girtî çalakiya xwe berdewam dikin
 
Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmaîl Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezen ku di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya ku dan destpêkirin, di 8'ê Adarê de parlamenterê Wanê yê HDP'ê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP'ê Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî tevli bûn. Piştî ku di 8'ê Adarê de bi ser çalakiyê de hat girtin ji endamên HDP'ê 4 jê hatin girtin, 3 serbest hatin berdan. Hat diayarkirin ku ji HDP'yiyên hatine girtin çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Ji 300 kesî zêdetir girtî di greva bêdem û ne dorveger de ne
 
 Li girtîgehan her roj komên din li komên greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger zêde dibin. Herî dawî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê 26 girtiyan  diyar kiribûnê ku ew ji 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dikin. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a  ÎHD'a Stenbolê ku derbarê girtîgehan de da, li 60 girtîgehan 321 girtî di greva birçîbûnê de ne. 
 
Her wiha çalakiya girtiyên PKK û PAJK'ê ku di1'ê Adarê de dan destpêkirin û hîna ne diyar e ku çen girtiyan dest bi grevê kiriye di roja 16'emîn de berdewam dikin. 
 
Kesên hatin tahliyekirin çalakiya xwe berdewam dikin
 
Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 81'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 60'an a greva birçîbûnê de ye. 
 
Gavên şênber nehatine avêtin
 
Li gel bertekên raya gişt û bangên ku ji bo gavavêtinê ya ji bo rakirin tecrîdê hatin kirin, hikûmeta AKP'ê ya ku îktîdar e hîna bêdengiya xwe berdewam dike û tu gav nehatine avêtin.