Jinên Mexmûrê: Em birîna Helepçeyê ji bîr nakin û em ê li berxwe bidin

  • 09:31 16 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) derbarê salvegera Helepçeyê de axivîn û gotin:"Di kesayeta şehîdên Helepçeyê de dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya dijî dagirkeran û faşîstan bidomîne. Li dijî komkujiyan em wekî Gelê Kurd tu carî serî natewînin û em ê li berxwe bidin."
 
Di serdema şerê Îran-Iraqê de Seddam Huseyin di sala 1986-1988'an de bi kimyasalê êrîşê Bajarê Helebê yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama êrîşa kimyasalê de  di navberaq 3.200 û 5.000'an de Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hestên xwe wiha anîn ziman:"Ji dîrokê heta niha Gelê Kurd bi gelek komkujiyan rû bi rû mane lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedane. Ya girîng ew e ku tu carî em gav  paşde navêjin û berxwedana xwe ya bi salan bidomîne."
 
'Dîroka me bi komkujî û fermanan derbas bûye'
 
Jina bi navê Cemîle Kokmaz wiha got:"Em Şehîdên Helepçeyê bi dilekî germ bi bîr tînin. Dîroka me bi komkujî û fermanan derbas bûye. Ev yek hîn didome. Komkujiyên wekî Kobanê, Efrîn, Şengal, Cizîr, Sûrê yên herî dawî ne. Hêzên dagirker her dem bi van komkujiyên ku li ser axa Kurdistanê dikin, Gelê Kurd tune bikin. Lê ew ê tu carî ne têkoşîn nê jî Kurd bi dawî bibin. Heta ku em hêza xwe nekin yek û têkoşîna xwe mezin nekin ew ê komkujiyên bi vî rengî bidomin. Loma divê em têkoşîna xwe bidomînin. Em jinên têkoşer ên wekî Leyla Guven û Fadîle Tok ku niha ji bo aştî û azadiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê mînak bigirin. Em têkoşîna wan a ku ji me re dibe feyz xwedî derdikevin."
 
'Wê tekoşîna jina berxwedêr bi ser bikeve' 
 
Mamoste Bêrîvan Kaya wiha hestên xwe anî ziman:"Em di kesayeta Şehîdên Helepçeyê de hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Divê em xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Di nava vê pêvajoya dijwer de peywirek mezin dikeve ser milê jinan. Divê em wekî jinên Kurd têkoşîna xwe ya li dîj dagirkeran xurtir bikin. Wê tekoşîna jina berxwedêr bi ser bikeve. Tehemula dijmin a li dijî destkeftiyên me tune ye. Îro dixwazin  li Rojavayê Kurdistanê komkujiyên nû pêk bînin. Dibêjin 'em ê êrîş bikin'. Divê li dijî gefên komkujiyên nû em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî faşîzmê bisekinin û dengê xwe bilind bikin. Ez baweriya xwe bi têkoşîna jinan tînim ku ew ê dîwarê faşîzmê hilweşîne."