Bêdengî wê mirinê bîne!
- 09:19 16 Adar 2019
- Rojane
WAN - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê û Girtîgeha Panosê diyar kirin ku zarokên wan ên ji Kanûna 2018’an de ketine greva bêdem û dorneveger, pozên wan xwîn dibe û mideyên wan xwîndibe û wiha bang kirin: “Divê kes li dijî vê çalakiyê bêdeng nemîne. Bêdengî wê mirinê bîne. Hemû kesên îro bê deng in ji van mirinan berpirs in.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin roja 128’emîn li pey xwe hişt. Piştî Leylayê li hemû girtîgehan grev belav bû û girtiyên ji 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi grevê kirine rewşa wan ne baş dibe.
Mîda xwîn dibe
Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê di 16’ê Kanûnê de 5 girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Cîhan Tamur, Azîm Sokemen, Şahîn Oncu, Bahtiyar Kemal Hasan û Bariş Kahraman roja 89’emîn çalakiya xwe li pey xwe hiştin. Îdareya girtîgehê vîtamîna B1 nade girtiyan û ev demek dirêj e jî di hucreyê de tên girtin, nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin û gelek kîlo dane. Parêzer û malbatên Şahîn Oncu, Cîhan Tamur û Bahtiyar Kemal Hasan diyar kirin ku bi girtiyan re pirsgirêka xwînbûnê dest pê kiriye.
Li Girtîgeha Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind a Wanê hejmara kesên dikevin grevê sed derbas kiriye û hat hînbûn ku rojnameger Nedîm Turfent û Ziya Ataman jî di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F 64, li Girtîgeha Elewhiya Bilind 148 û li Girtîgeha Tîpa T jî 12 girtiyên jin ketine grevê. Hejmara zelal jî hîna ne diyar e.
Li Panosê hejmara girtiyên ketine grevê 124 derbas kir
Li Girtîgeha Panosê ji 1’ê Kanûna 2018’an heta niha girtiyên bi navê Mehmet Bozdag, Atîlla Coşkun Ozer, Omer Kabul, Salîha Cebe, Dîlan Barîn, Velî Cîndan û Emre Yalçin di grevê de ne û hat hînbûn ku pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Ji 1’ê Adarê şûnde jî 124 girtî ketine grevê.
Bavê Cîhan Tamur ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne û di roja 89’emîn de ye, Saddik Tamur wiha got: “Ez rojên borî çûm hevdîtina kurê xwe. Kurê min bi piştgiriya gardiyanan hat. Di hevdîtinê de pozê wî xwîn bû. Min israr kir ku çima dibe. Wî jî got ‘poz û mîdeyê min her tim xwîn dibe’.
‘Bila kes bêdeng nemîne’
Siddik bi lêv kir ku Cîhan kîlo jî daye û got: “Daxwazên girtiyan daxwazên mirovahî ne. Ger kurê min tiştek pê bê wê kî hesabê vê bide. Êdî bes e. Em jî naxwazin kes ne li hundir ne li derve bimire. Em malbat heta dawî piştgiriyê didin daxwazên wan. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne. Bêdengî wê mirinê bîne.”