Serpîl Kemalbay: Divê ji bo girtîgehan zêdetir rayagiştî bê avakirin

  • 09:16 16 Adar 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’î ku girtîgehên herêma Egeyê ziyaret kir û bi rêveberiyan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku bi avakirina rayagiştî re dikare rewşa girtiyan zêdetir kontrol bikin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê kesên li derve zêdetir deng derxin û rêxistinê bikin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay çû serdana girtîgehên Kiriklar F-1 û F-2, Şakran T 1, 2,3 û 4, Girtîgeha Şakran a Jinan, Manîsa R, Akhîsar û Manîsa Tîpa T û bi midûr, dozger û dozgerê berpirs re hevdîtin pêk anî. Serpîlê diyar kir ku  wan der barê pêkanînên lêgerîna tazî, li ser piyan jimartin, derbkirin û cezayên dîsîplînê û her wiha rewaşa girtiyên nexweş de hevdîtin kirine. Serpîlê bi lêv kir ku ji 1’ê Adarê şûnde bi belavbûna grevên birçîbûnê re rewşa heyî aloztir bûye.
 
‘Rewşa 300 girtî krîtîk e’
 
Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji 300 girtiyên ku çalakiya wan roja 80’ê derbas kiriye, rewşa wan jî krîtîk e û wiha got: “Em hînbûn ku girtiyek li Şakranê rakirine nexweşxanê. Ji vir şûnde em ê bi bûyerên wisa re zêdetir bên rû hev. Em hîn bûn ku rêveberiya girtîgehan mudaxaleyê grevên birçîbûnê dikin. Li girtîgeha Menemenê ji bo kesên di grevê de, li şûna av, şekir, xwê bê dayîn, tiştekî tevlihevkirî didin û ev pêkanîn li tu devera cîhanê tune ye.  Di vê mijarê de me ji dozger û midûrê girtîgehê soz girt ku wê eleqeder bibin. Lê wê çi bikin em ê bibînin.”
 
‘Zêde rêxistinkirin pêwist e’
 
Serpîlê destnîşan kir ku girtiyên li Menemenê ji ber jimartina li ser piyan red kirine rastî pêkanînên ne baş hatine û got: “Bertekên weke berzkirina dirûşme û li deriyan xistin rastî cezayan tê.  Ketina grevên birçîbûnê rastî cezayên dîsîplînê tên.  Grevê birçîbûnê divê bersivê bigirin.  Ji bo tabut ji hundir dernekevin divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Armanca me  ev e ku em pêşî li mudaxaleya li hember hevalên ketine grevê bigirin. Divê zêdetir rayagiştî bê avakirin. Em bi zêdetir avakirina rayagişî dikarin rewşan kontrol bikin.”
 
‘Girtî wek helwestek siyasî çalakiyê pêk tînin’
 
Serpîlê her wiha bi lêv kir ku kes bê sedem nakeve grevê û girtiyan wek helwestek siyasî ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe ketine grevê û got: “Ez bang li hemû dînamîkên civakê dikim ku bi hestiyar tev bigerin û vê pêvajoyê zêdetir bidin famkirin. Divê em destê xwe ji bo Leyla Guven bidin hev. Divê her kes deng bide dengê Leylayê.”