Jinên Efrînê: Dê Efrîn ji Erdogan re nemîne
- 09:07 16 Adar 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê diyar kirin ku wan ji bo vegera Efrînê hêviya xwe winda nekirine û wiha gotin:"Dê Efrîn ji Erdogan re nemîne. Heta ku em hebin em ê ji bo rizgarkirina Efrînê li berxwe bidin."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne gotin:"Em hêza xwe ji şehîdên xwe distînin. Em nahêlin Efrîn ji dagirkeran re bimîne. Efrîn a Gele Kurd e."
'Gelê Kurd îradeya xwe tu carî radestî destên dijmin nekir'
Arîfe Osman wiha got:"Li Efrînê berxwedanek mezin hat kirin. Gelê Kurd îradeya xwe tu carî radestî destên dijmin nekir. Me ji bo welatê xwe canê xwe dan. Em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz nikare îradeya Gelê Kurd bişkîne. Em ê heta dawî li nasname û têkoşîna xwe xwedî derkevin."
'Em hêza xwe ji şehîdên xwe distînin'
Dayika Berxwedêr Avrêl Rodî û Hogir Efrîn, Zekiye Sîdo wiha got:"Ez dayika du pakrewana me. Ez bi şehadeta wan serbilind im. Wan ji bo parastina rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin. Efrîn bi xwîna şehîdan hat avdan. Efrîn dê tu carî nebe ya dijmin. Dê Efrîn ji Erdogan re nemîne. Heta ku em hebin em ê ji bo rizgarkirina Efrînê li berxwe bidin.Em hêza xwe ji şehîdên xwe distînin. Em nahêlin Efrîn ji dagirkeran re bimîne. Efrîn a Gele Kurd e."
'Ji bo azadiya welat em ê her li berxwe bidin'
Her wiha Dayika Berxwedêr Êrîş Endok, Firyal Qasim wiha got:"Lawê min di berxwedana Efrînê de şehîd ket. Min ew bi destên xwe oxir kir. Efrîn cihê şêr û pilingan e. Dê ji Erdogan re nemîne. Me bi hezaran şehîd dan û em ê hîn bidin. Ji bo azadiya welat em ê her li berxwe bidin. Em bi şehîdên xwe serbilind in."