Jinên Efrînê: Em ê heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven

  • 09:04 16 Adar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê çalakiya Leyla Guven a bê dem û bê dorveger de gotin:"Çalakiya Leyla Guven çalakiya me hemûyan e. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê didome. Jinên Efrînê jî têkildarî çalakiya Leyla Guven de gotin:"Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî nebe em ê li berxwe bidin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û xwedî li daxwazên wê derkevin."
 
'Em bi têkoşîna xwe li ser piyan e'
 
Jina bi navê Gulîzar Sîdo wiha got:"Em weke jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven. Bila dijmin nefikire ku em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Em bi têkoşîna xwe li ser piyan e. Loma em tu carî dev ji vê têkoşîna xwe bernadin."
 
'Em jinên wekî Leyla yên têkoşer mînak digirin'
 
Jina bi navê Fatimê Şerîf jî wiha axivî:"Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê piştgiriyê bidin Leyla Guven. Ew ji bo me çavkaniya têkoşînê ye. Em jinên wekî Leyla yên têkoşer mînak digirin. Loma berxwedan û daxwaza Leyla ya me ye."
 
'Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven'
 
Duniye Mured jî wiha got:"Çalakiya Leyla Guven çalakiya me hemûyan e. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî nebe em ê li berxwe bidin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û xwedî li daxwazên wê derkevin."