Polîsan êrîşî çalakiya bîranîna Beyazit û Helepçeyê kir
- 16:52 15 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê xwendekarên xwestin komkujiyên Beyazit û Halepçeyê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Li Stenbolê xwendekarên zanîngehê Komkujiya Beyazitê ya di 16’ê Adara 1978’an de li ber Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Stenbolê pêk hat û 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û Komkujiya Halepçeyê ya di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Xwendekar li ber Fakulteya Dermansaziyê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê xwendekaran xwest bimeşin. Lê polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî çalakiya xwendekaran kir. Di mudaxeleyê de rojnameger jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.