Namzetên Şirnexê projeyên xwe eşkere kirin
- 15:33 15 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Altûrk, projeyên xwe yên li bajêr pêk bînin ji raya giştî re aşkere kirin. Namzetan diyar kir ku projeya wan a herî mezin têkoşîna aştiyê ye.
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Altûrk, projeyên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê amade kirin, ji raya giştî re aşkere kirin. Namzet berî aşkerekirina projeyên xwe li kafeyek bajarê bi rojnamegerên bajarê re civiyan û piştî civînê, li Salona Konferansê ya avahiya patiye projeyên xwe aşkere kirin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes bidarî civîna danasîna projayan bûn.
Namzeta Hevşaredariyê Nûrcan Alturk, di civînê de axivî û wiha got: “Li vî welatî weke nan û avê aştî û edalet pêwîste. Heta ku aştî pêk neyê, em çi jî bikin dê kêm bîmîne. Xebata me ya herî mezin dê têkoşîna aştiyê be.”
Namzetan piştî projeyên xwe aşkere kirin, civîn bi dawî bû.