'Asta krîtîk hat derbaskirin, di be ku rewşa jêvenger bê jiyîn'
- 15:08 15 Adar 2019
- Rojane
AMED - Bi sedan kesên ku bertek nîşanî êrîşên li ser HDP'ê dan, derbarê greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kirin û gotin; "Asta krîtîk hat desrbaskirin, di be ku rewşa jêvenger bê jiyîn."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrşîa duh sibe ya li ser avahiya xwe de û sê kesên ku di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya hat dayîn de parlamenterên DHP'ê Tevgera Jinên Azad (TJA) , namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek xizmên girtiyan cih girtin.
'Divê em bibin dengê berxwedana wan'
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parlamenterên HDP'ê yê Amedê Musa Farîsoglullari ve hat xwendin de, hat diayrkirin ku ew demek dîrokî re derbas dibin û got ku Leyla Guven 128 roj e di grevê de ye. Musa Wiha berdewam kir: "Li girtîgehê, Başûr û li Eweropayê li gelek cihan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Rewşa çalakgera asta krîtîk derbas kir. Li se çalakgeran tundî heye. Lê wê çalakiyên me bi dawî nebin. Bila gelê me bizanibe rewşa çalakgeran krîtîk e û divê ku em bibin dengê wan. Divê em li hemû qadan berxwedana wan mezin bikin û bêdeng nemînin."
Musa anî ziman ku li avahiya bajêr ya HDP'ê jî çalakiya grevê heye û got ku AKP û MHP'ê bi ser avahiyê de digirin, hîna duh 3 kesên di grevê de ji avahiyê binçavkirin. Musa diyar kir ku kesên hatin binçavkirin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: "Nikarin têkoşîna me têk bibin. Em ê bi gelê xwe re li çalakiya xwe xwedî derkevin. Mirin nayê qebûlkirin. Ez banga hestiyariyê li her kesî dikim."
'L i çar hêlan grev heye'
Piştre parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku ji çar hêlan ve ji 1'ê Aadarê ve çalakî grevê belav bûye.Ayşe anî ziman ku koma yekemîn a di girtîgehê de çalakiya xwe di roja 90'î de berdewam dike û wiha berdewwam kir:"Me daxwazên wan li her derê anîn ziman û me got ku tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin li ser tevahiya welêt berdewam dike. Tecrîd polîtîkaya qirkirinê ye. Bi hezaran rêhevalên me di pêşengiya Leyla guven de ji bo aştiyê bedena xwe dane ber mirinê. Leyla Guven û hevalên me yên din rewşa krtîk derbas kirin. Li gorî agahiyên ku ji me re tên bê halî, di meşê de zahmetî û xwînîbûniya mîdeyê tê jiyîn. Ji hevalên me yên li Wanî Tarsu, Amde û Gebzeyê di koma yekemîn de di grevê de ne ev agahî tên. Erka me ye ku em bibin dengê wan. "
'Girtî Dilbirîn Turgut xwîn vereşiya'
Ayşe wiha berdewam kir :"Cîhan Temur li Girtîgeha Wna ji 152 kesî yeke û di roja notî de ye. Di bedena wî de birîn, gurçikên wî de pirsgirêk û ji bedena wî xwîn tê. L i Tarsusê Dilbirîn Turgut du caran li ser hev xwîn verşiyaye û gelek xwîn jê çûye. Ev jî nîşanî me dide ku girtî di çi rewşê de ne.
'Deqeyek jî girîng e'
Ayşe diyar kir ku deqeyek jî ji bo wan girîng e û wiha berdewam kir: "Wan ji bo ku bidin jiyîn bedena xw dan ber mirinê, tehdîtên mudaxeleyê tên ji bo koma yekemîn a çalakgeran. Lê wê bi mudaxeleyê vê têkoşînê têk nebin. Qanûnên xwe pêk bînin. Dagxwaza girtiyan bi cih bînin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakin."
Daxuyanî bi dirûşma, "Zarokên me rûmet me ne" bi dawî bû.