Ayşe Minaz: Em ê teqez bi ser bikevin û gel ji vê eziyetê rizgar bikin
- 14:50 15 Adar 2019
- Rojane
WAN - Hat hînbûn li Şaredariya Bêgirî ya Wanê ya ku ev bi salan e di destên AKP'ê de ye piştî ku gelek deng ji bo HDP'ê derketiye AKP'ê tu xizmet ji kuçeya Ermişler nekiriye.
Ha hînbûn ku li Kuçeya Ermişler a Navçeya Bêgiriya Wanê bi salane rê nehatine çêkirin û kuçe di bin çopê de ye. Ji ber bihar hat û berf heliyaye kuçe di nava heriyê de maye. Namzeta Hevserokatiyê ya Şaredariya Bêgiriyê ya HDP'ê Ayşe Minaz wêneyên kuçeyê kişand û anî ziman ku AKP bi salane xizmetê nake.
Ayşeyê diyar kir ku HDP'ê di serdema din de gelek deng girtiye û loma AKP tu xizmetê ji kuçeya Ermişler nake û wiha got:"Hîn gelek karên ku em bikin hene. Em ê teqez bi ser bikevin û gel ji vê eziyetê rizgar bikin."