Biryara komkirinê ya 'Rapora Qeyûm' a HDP'ê hat dayin
- 13:28 15 Adar 2019
- Rojane
SÊRT - Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê der barê "Rapora Qeyûmê" ku HDP'ê amade kiribû de biryara komkirinê dan.
Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrte der barê "Rapora Qeyûm" a HDP'ê amade kiribû biryara komkirinê da. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê di 14'ê adarê de li gorî xala 7/2 ya 'Qanûna Têkoşîna bi Terorê re" lêpirsîn da destpêkirin, Heyeta Dadgeha Sulh Ceza der barê "Rapora Qeyûmê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade kiribû, biryara komkirinê da. Heyeta dadgehê di heman rojê de daxwaza dozger erênî dît û biryara komkirinê da. Dadgehê destnîşan kir ku li gorî xala 25'an a Saziya Waşan û Çapemeniyê de çapkirina raporê, firotin û belavkirina raporê qedexe kir. Biryar da ku rapor bê desteserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 28'ê Sibatê de li Amedê rapora Qeyûm ku piytî hewldana 15'ê Sibatê OHAL hat îlan kirin û şûnde di çarçoveya OHAL'ê de hatin tayînkirin bi raya giştî re parve kiribû. Rapor bi kurdî û tirkî bi raya giştî re hatibû parvekirin.