Li girtîgeha Erziromê girtî kirin qawîşên yek kesî

  • 12:39 15 Adar 2019
  • Rojane
ERZIROM - Li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê, girtî kirin odeyên yek kesî. 
 
Li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê, girtiyên siyasî ji qawîşên wan derxistin û kirin odeyên yek kesî. Semra Gumuşlu bi telefonê, bi hevjînê xwe Yaşar Gumuşlu yê li girtîgehê dimîne re axivî û diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya 12’ê Adarê de, hevjînê wê jêre gotiye ew kirine odeya yek kesî. 
 
Semra, da zanîn ku derbarê rewşa hevjînê xwe yê 2 salin girtiye de, li Midûriyeta Girtîgehê geriyane û wiha got: “Rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘Me wisa guncav dît, niha dê wisan be. Ev qawîşeke. Me wisan guncaw dît. Dê tenê bimînin.’ Hevalên hev ên qawîşê, agahiya wan ji hev tune ye. Kes nizane kî di greva birçîbûnê deye û çi bi serê hevalên wan hatiye. Ji hevdû agahî nagirin. Gelo armanca van çi ye? Çima kirin odeyên yek kesî?”
 
'Girtiyan bê av dihêlin'
 
Semra, da zanîn ku di odeyên girtiyan de televîzyon tune ye û wiha bilêv kir: “Rojnameyan jî nadin girtiyan. Li odeyan av jî tune ye. Em van mûameleyên keyfî qebûl nakin. Niha hevjînê min nizane hevalên wî di kîjan rewşê dene. Agahiyê ji hev nagirin. Tenê ne hevjînê min kirine odey, hemû girtiyên din jî kirine odeyên yek kesî.” 
 
Derbarê bûyerê de me bi telefonê li Midûriyeta Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê geriyan, lê diyar kirin ku ew ê agahî nedin.