Peyva kirmanckî ‘Mao’ ya afîşa HDP’ê ‘bifikar’ hat dîtin
- 11:31 15 Adar 2019
- Rojane
DERSIM - Li navçeya Qisleyê afîşa “Yê Mao (Ya Me Ye)” ya HDP’ê “bifikar” hat dîtin. Polîsên ku dirûşmê wek “Maovan” nirxandin xwestin afîş bên rakirin.
Li gelek bajar û navçeyan pankart û afîşên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bi kurdî ku ji bo hilbijartina xwecihî hatine daliqandin biryarên berhevkirinê tên dayîn. Piştî gelek bajar û navçeyên din li navçeya Qisle ya Dersimê jî li dijî afîşa “Yê Mao” ku bi zaravayê kirmanckî yê kurdî ye lêpirsînek sosret hat destpêkirin.
Peyva “mao” ya di afîşê de “bifikare” hat dîtin. Polîsan bangî rayedarê buroya hilbijartinê yê Yekîtiya Hêza Şoreşgerî yê Qisleyê kirin û li emniyetê polîsan wateya tîpa “o” jê pirsîn. Xebatkarê HDP’ê wateya dirûşmê ji polîsan re vegot.
Polîsan dirûşma afîşa “Yê Mao” wek peyva “Maovan” nirxandin. Li navenda Dersimê ji bo vê dirûşmê lêpirsîn hat destpêkirin. Li navçeya Qisleyê jî polîsan xwest hemû afîşên “Yê Mao” bên berhevkirin.