Dersim Dag: Ew ê nikaribin pêşî li vê serîhildanê bigirin

  • 11:31 15 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag a ku tevî 5 hevalên xwe ji 3'ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye, têkildarî êrîşên li ser avahiya HDP'ê de wiha got:"Ew ê nikaribin pêşî li vê serîhildanê bigirin. Dê çalakiya me bidome û serîhildana me bidome. Çi dibe bila bibe em ê bigihêjin armanca xwe."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin. Li hemû girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. Bi destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê ji 14'ê Adarê heta niha 3 caran polîsan girtin ser avahiya HDP'ê û 4 kes hatin girtin û 3 kes jî do serê sibehê kirin bin çavan. Jinan li dijî van êrîşna gotin em gav paşde navêjin. 
 
'Ji bo ku serîhildan bê astengkirin zextên xwe zêde dikin'
 
Namzeta Hevserokatiyê ya Şaredariyê Amedê Hulya Alokmen Uyanik got:"Êrîşî avahiya HDP'ê dikin û hevalên me dikin bin çavan. Ji bo ku serîhildan bê astengkirin zextên xwe zêde dikin. Her wiha zextên li dijî xebatên HDP'ê hene. Ev jî nîşan dide ku hilbijartin di nava şerd û mercên bi çi rengî tê meşandin. Em van zextan û mudaxaleyan qebûl nakin. Divê bi diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin."
 
3 cara girtin  ser avahiya HDP'ê
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersin Dag a ku ji 3'ê Adarê heta niha tevî 5 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye got:"Dema me û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir êrîşî me kirin. 3 cara girtin  ser avahiya HDP'ê. Ew ê nikaribin pêşî li vê serîhildanê bigirin. Em di vê mijarê de bi biryar in. Ew ê çalakiyên me yên bi biryar bidomin. Niha li hemû girtîgehan çalakiyên grevê didomin. Em jî wekî sê parlamenteran li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Dê çalakiya me bidome û serîhildana me bidome. Çi dibe bila bibe em ê bigihêjin armanca xwe."