Li Şehbayê ji bo Komkujiya Helepçeyê daxuyanî hat dayin
- 11:04 15 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehbayê bi boneya salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyanî da.
Di serdema şerê Îran-Iraqê de Seddam Huseyin di sala 1986-1988'an de bi kimyasalê êrîşê Bajarê Helebê yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama êrîşa kimyasalê de di navberaq 3.200 û 5.000'an de Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehbayê daxuyanî da. Daxuyanî li Navenda Malbatên Şehîdan a li Tıl Qerehê hat xwendin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Xemlîn Hesan bi Kurdî Zekiye Îsmail jî bi Erebî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dîrokê de gelê rojhilata navîn bi gelek şerên zehmet re ên ku zerar û rewşên kembax bi xwe anîne derbas bûn. Gelê Kurd her bi vî şerê mezin rû bi rû maye. Bajarên wan hatine dagirkirin, mafên wan hatine binpêkirin, demografiya erdnîgariya wan hatiye guhertin.Bi komkujiya Helepçeyê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Dijminên Gelê Kurd her şerê faşîzmê daye meşandin. Dagirker ji bo gelê Kurd tune bike serî li her rêbazê dide. Herî dawî li Efrînê jî gelê kurd hat qetilkirin.
Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi hezaran kurdên ku li Helepçeyê hatin qetilkirin bi bîr tînin û dibêjin ku heta em hebin em ê li dijî şerê faşîzmê serî hildin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Gelê Kurd" bi dawî bû.