Malbat li malê girtî li girtîgehê di grevê de ne
- 10:46 15 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li grtîgehê greva birçîbûnê li dijî tecrîdê da destpêkirin, li gelek girtîgehan ji bo piştevaniyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ji van girtiyên ku di grevê de ne yek jê jî Mazlum Ugurlu ê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye. Bavê Mazlum Ugurlu, Mehmet Can Ugurlu diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan wî jî li malê ji bo 5 rojan dest bi grevê kiriye.
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 128'an de berdewam dike. Piştî Leyla li dijî tecridkirina Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir,li gelek girtîgehan jî li dijî tecrîdê bi aramanca piştgiriya bi çalakiya Leylayê re bi sedan girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ji van girtiyan yek jê jî Mazlum Ugurlu ê di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye. Bavê Mazlûm, Mehmet Can Ugurlu diyar kir ku ew ji bo piştvaniyê bide çalakgerên di grevê de li malê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bav Mehmet Can Ugurlu ev bang kir: " “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û roj bi roj rewşa wan giran dibe. Ez jî bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan dikim. Divê demildest hemû kes dengê wan bibihîze.”
Çalakiya Gurbetê berdewam e
Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li navçeya Dêrîkê yaa Mêrdînê li malê berdewam dike. Çalakiya Gurbet, di roja 60’an de berdewam dike.