Endamên jin ên PYD'ê: Em ê xwedî li keda gel û şehîdên xwe derkevin

  • 09:29 15 Adar 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî - Ezra El-Sedo
 
KOBANÊ - Endamên jin ên PYD'ê ku beşdarî Kongreya xwe ya 3'emîn bûn, gotin:"Em ê bi vîn û israrek mezin asta têkoşîna xwe bilinditir bikin, xwedî li keda şehîdan, gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin." 
 
3'emîn Kongreya Patiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) ya Kantona Kobanê ku bi dirûşma "Bi vîn û rêxstinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin" hat li dar xistin. Endamên jin ên PYD'ê ku beşdarî Kongreya xwe ya 3'emîn bûn, gotin:"Heta em hebin em ê ji bo gelê xwe têbikoşin."
 
'PYD nasnameya civakê ya siyasî ye'
 
Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Dîlber Yusif wiha nêrînên xwe anî ziman: "Armanca lidarxistina kongreyê ew e ku em bi biryarên gelek xurt ên di derbarê xebatên xwe yên rêxistinî de nîqaşên berfirehtir bikin û xebatên xwe mezin bikin. Her wiha em dixwazin civak xwe di warê zanistî, siyasî pêş bixin. Ji bo ku gelê me di asta civakî, siyasî û hemû warên jiyanî de bibin xwedî nasnameyeke azad li welatekî azad, em dixebitin. PYD nasnameya civakê ya siyasî ye û dê ji bo gel çi pêwist be wê yekê bike."
 
'Jinan eleqeyek mezin nîşanî kongreyê dan'
 
Heveroka PYD'ê  Ayşe Hiso wiha got: "Niha di van kêliyan de li Dêrezorê şerê bi dawî kirina hovîtiya DAIŞ`ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve û bi taybet ji aliyê şervanên jin ve rû didome. Em jî xeta van şervanên azadîxwaz didomînine. PYD pêşiya jinê vedike da ku bibe xwedî gotin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî kongreyê dan. Ev yek ji bo me gelek girîng e. Jin bi zanebûn her dem ji qada siyasî hatiye dûrxistin. Lê ji bo jin di qada siyasî de çalak bin em dixebitin. Em bi xebat û tevgeran xwe dixwazin layiqî keda şehîdan bibin."
 
Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Rewşan Hacim jî wiha got:"Bi beşdarbûna 600 delegeyan me kongre li dar xist. Ev serkeftineke. PYD'ê her dem xebatên xwe kiriye. Em ê vê yekê bi biryarî bidomînin. Armanca me parastina mafên jinê û gel e."