Girtiyên di grevê de di hucreyê de ne
- 09:03 15 Adar 2019
- Rojane
EDÎRNE - Adem Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû di roja 81’ê de hat hînbûn ku di hucreyê de tê girtin, Aslan Ramazan û Zerdeşt Akin ên di roja 89’emîn çalakiyê de jî di hucreyê de tên girtin û vîtamîna B nadinê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin di roja 128’emîn de didome. Piştî Leylayê çalakiyên li girtîgehan belav bûbûn jî didome. Her wiha girtiyên di grevê de jî rastî binpêkirina maf, surgun û cezayên dîsîplînê tên.
Vîtamîna B nadin
Adem Arslan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê di grevê de ye, nameyek ji malbatê re şand û binpêkirina mafan vegot. Hat diyar kirin ku Aslan Ramazan û Zerdestş Akin ên di roja 89’emîn greva xwe de ne jî di hucreyê de tên girtin, vîtamîna B û rojnameyê nadin wan.
Adem di nameya xwe de wiha got: “Merhaba, silav û rêzdariyên xwe dişînim. Ez bi coşa berxwedanê, bi hesret û bêrîkirin we hembêz dikim. Hêvîdar im rewşa we baş e. Ez jî em jî baş in. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Dema mirov li heqîqeta dîroka mirovahiyê dinêrin, her tim heqîqetê cîhana fikr û wateyê ya mirov nîşan daye. Mirov bi wisa hêsan nebûne mirov. Her tim di lêgerînekê de bûne.
Zana, pêxember, feylezof û xwedawendên pêşengî kirine, bi peyam û têkoşînên dane heta îro hatine. Îbrahîm put şikand û baweriyek nû pêşkêş kir, Zerdeşt, Îsa, Musa û Muhammed her tim heman peyam dane. Her kesî di dema xwe de rûmet û hebûna mirov parastiye û tu hêz li hember zordariya mirov bêdeng nemaye. Belê rastiya di roja me ya îro de tê jiyîn jî heqîqet e. Her gel her civak wisa hatiye vê rojê. Wek gel rastiyeke me ya her tim rastî neheqiyan hatiye heye. Tenê em li 40 salên dawî binêrin em dibînin li jî zext û zordariyê serî nehatiye tewandin. Tunehesibandina mîlyonana ne pêkan e. Wê wekheviya gelên Kurd û Tirk pêk bê. Ji bo ev pêk neyê pir hewl dan. Bi van hest û nêrînan em ji gelê xwe re xeyala aştiyê dikin û ji bo bihevrebûnek xweşik wê azadiyê biqîrin. Bi hêviya em di rojên xweş de bên cem hev, silav û hezkirinên xwe dişînim.”