Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê banga xwedîderketina li pêşerojê
- 09:02 15 Adar 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Semra Uzunok diyar kir ku wê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêwazî bikin û got Newroz dîroka hemû kesên li berxwe dide ye û wiha berdewam kir: “Divê hemû bindest di Newrozê de bibin yek û di şexsê Leyla Guven de xwedî li hemû kesên di grevê de ne derkevin.”
Bervedevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê Semra Uzunok bi lêv kir ku wê coşa 8’ê Adarê bibin Newrozê. Semrayê bi lêv kir ku greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe da destpêkirin di roja 128’emîn de didome û got wê bibin dengê Leylayê, tecrîdê jî teşîr bikin.
‘Tecrîd rojeva me ye’
Semrayê daxuyakirin ku gel HDP’ê wek hêvî dibînin û ev li qadan jî dane nîşandan û got: “Em bawer dikin ku wê coşa 8’ê Adarê li qadên Newrozê jî be. Em xebatên xwe li navçeyan dimeşînin. Gelên welat dixwazin dengê xwe li qadan bidin bihistin. Bi taybet îsal rastî greva bi Leyla Guven hatiye destpêkirin, hat. Grevên birçîbûnê rojeva me ya sereke ne.”
‘Wê Newroz polîtîkayên tecrîdê teşîr bike’
Semrayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê bandora tecrîdê ya li hember jin kedkar û gelan zêdetir bê vekirin û tecrîda di şexsê Abdullah Ocalan de pêk tê di esasê de li ser hemû gelan pêk tê. Semrayê anî ziman ku sedema krîza aborî û polîtîkayên şer jî tecrîd e û got wê vê di Newrozê de teşîr bikin.
‘Newroz dîroka hemû berxwedêran e’
Semrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan ki ku hedefa wan ev e ku qadan tije bikin û got: “Bar dikeve ser milê jin û ciwanan. Ez bang li hemû jin, ciwan û gelan dikim ku bila bi rihê berxwedanê tevlî Newrozê bibin. Newroz roja berxwedana Gelê Kurd e. Lê wek mîrate, mîrateya hemû berxwedêran e. Divê hemû kes di Newrozê de bibin yek di şexsê Leyla Guven de xwedî pêşerojê derkevin.”