HDP’ê bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir
- 17:27 14 Adar 2019
- Rojane
AMED – HDP’ê ji bo hilbijartinê stranek din jî amade kir. Strana bi navê “Leyla” bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî hat amadekirin. Stran li ser tora civakî gellek hat ecibandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta niha ji bo hilbijartinê yek jê rap 3 stran çêkirine. HDP’ê stranek din jî çêkir û li stranên xwe yên heyî zêde kir. Strana “Leyla” ku gotinên hilbijartinê lêanîne bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî yên kurdî tê gotin. Stran li ser tora civakî rastî eleqeyek mezin hat. HDP di stranê de wiha dibêje: “Em bi hemû reng, cudahî û yekîtiya xwe bi hêz in.”