Ji bo komkirina afîşên 'Li Dijî Şer Aştî' îtîraz hat kirin
- 16:34 14 Adar 2019
- Rojane
RIHA - Ji bo komkirina afîşên "Li Dijî Şer Aştî" ku şaş hatin wergerkirin îtîraz hat kirin. HDP'ê derbarê personelê ku dadgeh şaş agahdar kir de jî pêşniyara bila serlêdana sûc bê kirin kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne afîşa wê ya bi nivîsa "Li Dijî Şer Aştî" li Rihayê ji ber ku şa wergerî tirkî hat kirin hatibû komkirin. DHP'ê îtîrazî biryar dadgehê kir.
Di serlêdana sûc ku bi îmzeya Endamê Partiyê (PM) Hîdayet Enmek ê HDP'ê li Dadgehriya Sulh Cezayê ya Rihayê hat kirin de hat diyar kirin ku afîş bi nivîsa "Piştî şer aştî ya me ye" hatiye wergerkirin û derbarê wê de biryara komkirinê hatiye dayîn. Afîşa hatiye wergerkirin li ser daxwaza dozger bêyî ku bê kontrolkirin derbarê wê de biryara komkirinê hatiye dayîn û bi vî awayî mafê propagandayê yê partiyan hatiye binpêkirin.
Derbarê wergervan de serlêdana sûc
Di daxwaznameyê de ev daxwaz jî hat kirin: "Bila derbarê personelê ku dadgeh xapandiye de serlêdana suc bê kirin û qedexeya derbarê afîşan de jî bê rakirin."