Li gel dorpêçê serdana parlamenteran didome
- 16:05 14 Adar 2019
- Rojane
AMED - Parlamenterên HDP'ê ku li avahiya xwe ya li Amedê li dijî tecrîdê di dest bi greva birçîbûnê kirin li dijî binçavkirinan berxwedana xwe berdewam dikin û gelek kes jî li dijî dorpêça polîsan serdana xwe ya parlamenteran berdewam dikin.
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan daye destpêkirin di roja 127'an de berdewam dike û ji bo piştevaniyê jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag û ji 3'yê Adarê de li avahiya partiya xwe çalakiya greva birçîbûnê ku daye destpêkirin ku di 8'ê Adarê de parlamenterên Wanê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç jî tevli bûn berdewam dike.
Gel guh nade dorpêçê û serdanên xwe berdewam dike
Îro cara 3'yan bi ser avahiya HDP'ê ya li Amedê ku çalakiya grevê lê tê kirin de hat girtin û avahî hat dorpêçkirin. Parlamenteran diyar kir ku ew bi biryar in çalakiya xwe berdewam bikin û gelek kes jî bê yî guh bidin dorpêçê çûn serdan parlamenteran. Parlamenterên di grevê de îro ji aliyê Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) a Dêrsimê ku parlamenterê Îzmîrê Murat Çapan jî di nav de bû ve û rêxistina HDP'ê ya Peyasê ve hatin ziyaretkirin.