Girtiyên Tekirdagê yên ku di grevê de ne rewşa wan xirab e

  • 15:47 14 Adar 2019
  • Rojane
TEKİRDAG - Burhan Barut ê ku ev 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û di hucreya yekkesî ya 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya  Tekirdagê de tê girtin, rewşa wî ya tenduristiyê ne baş bû. Hat diyarkirin ku Burhan tedawî qebûl nekiriye. 
 
Girtiyên bi navê Burhan Barut, Sinan Çelik, Ali Ilhan Bayar, Rıdvan Turan û Erhan Aydın yên di 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Tekirdagê de ne, di 26'ê Kanûnê de ji rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin. Hat diyarkirin rewşa Burhan Barut ê ku di hucreya yekkesî de tê girtin û ev 79 roj  in di greva birçîbûnê de ye ne baş bû.  Hat diyarkirin ku Burhan tedawî qebûl nekiriye. 
 
'Nikare hilmê bistîne'
 
Parêzer Firat Vural ê ji Endamê Komisyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) roja sêşemê girtîgeh ziyaret kir û derbarê rewşa Burhan de agahî da. Firat got:"Burhan nikare hilmê bistîne. Parsûyên wî diêşin. Di serdemek ku rewşa wî xirab dibe kesek ne li ba wî ye ev yek jî mirovan dixe nava fikarê."
 
'Divê tenê neyê hiştin'
 
Her wiha Parêzer Firat got :"Bijîşkan diyar kirin ku divê Burhan tenê neyê hiştin û girtiyên di gireva birçîbûnê de ne pêdiviyên wan nînin cih."