'Li Girkêlegê Kongreya star 12'ê Adarê bi vêxistina findan bi bîr anî'
- 10:29 13 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi boneye 12'ê Adarê roja serhildana gelan A li Qamişloyê jinên Kongreya Star mûm vêxistin û derbarê vê rojê de daxuyanî dan.
Li navçeya Girkêlegê a kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna bi dehan ji jinên navçeyê ji bo bîrxistina şehîdên 12'ê Adarê serhildana Qamişloyê find hatin vêxistin û piştre daxuyanî hatin dayin.
Bîranîn li Qada Şehîd Xebat pêk hat. Di destpêkê de find li ser rihê şehîdan hatin vêxistin û paşê daxuyanî hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Nesrîn Dahir ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Her kes dizane ku di 12'ê Adarê de êrîşeke pir mezin li ser gelê kurd hat meşandin. Sedema wê jî deshilatdariya rêjîma BAAS'ê a ku li ser têkbirina vîna gelan dihat meşandin bû. Dixwestin nakokî di nava gelan de derkeve. Di nava vê serîhildanê de gelek planên qirêj hatin aşkerekirin. Li dijî koletiyê û planên qirêj Gelê Kurd serî netewand.
bi taybet gelê kurd armanc jî ew bû ku nakokî di navbera netewan de derbikeve. Di nava vê serhildanê de gelek pilan hat işkerekirin û qirêjiya sîstema ku mirov didan kolekirin hat isbatkirin. Ji bo wê jî îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi çirûska 12'ê Adarê pêk hat. Niha li Rojavayê Kurdistanê hemû netew bi hezkirin û wekhevî ya di nava xwe de hevdu hembêz dikin. Em ê heta dawiyê şopdarê şehîdên xwe bin."
Daxuyanî bi dirûşmên"Şehîd namirin" ,"Bijî Serok Apo" hat bidawîkirin .