'Li Girkêlegê Kongreya star 12'ê Adarê bi vêxistina findan bi bîr anî' 2019-03-13 10:29:05   QAMIŞLO - Bi boneye  12'ê Adarê  roja serhildana gelan A li Qamişloyê jinên Kongreya Star mûm vêxistin û derbarê vê rojê de daxuyanî dan.   Li navçeya Girkêlegê a kantona Qamişloyê  bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna  bi dehan ji jinên navçeyê ji bo bîrxistina şehîdên 12'ê Adarê serhildana Qamişloyê find hatin vêxistin û piştre daxuyanî hatin dayin.     Bîranîn li Qada Şehîd Xebat pêk hat. Di destpêkê de find li ser rihê şehîdan hatin vêxistin û paşê daxuyanî hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Nesrîn Dahir ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Her kes dizane ku di 12'ê Adarê de êrîşeke pir mezin li ser gelê kurd hat meşandin. Sedema wê jî deshilatdariya rêjîma BAAS'ê a ku li ser têkbirina vîna gelan dihat meşandin bû. Dixwestin nakokî di nava gelan de derkeve. Di nava vê serîhildanê de gelek planên qirêj hatin aşkerekirin. Li dijî koletiyê û planên qirêj Gelê Kurd serî netewand.     bi taybet gelê kurd armanc jî ew bû ku nakokî di navbera netewan de derbikeve. Di nava vê serhildanê de gelek pilan hat işkerekirin û qirêjiya sîstema ku mirov didan kolekirin hat isbatkirin. Ji bo wê jî îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi  çirûska 12'ê Adarê pêk hat. Niha li Rojavayê Kurdistanê hemû netew bi hezkirin û wekhevî ya di nava xwe de hevdu hembêz dikin. Em ê heta dawiyê şopdarê şehîdên xwe bin."   Daxuyanî bi dirûşmên"Şehîd namirin" ,"Bijî Serok Apo" hat bidawîkirin .