Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin
- 10:10 6 Adar 2019
- Rojane
DÊRSİM - Polîsan vê serê sibehê girt ser mala Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Semra Turan û ew binçav kirin.
Vê serê sibehê polîsan bi ser mala Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Semra Turan, girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û hemû alavên li malê belav kirin. Piştî lêgerînê Semra hat binçavkirin û polîsan ew bir Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Derbarê binçavkirina Semrayê de tu agahî nehat bidestxistin.