Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin 2019-03-06 10:10:36   DÊRSİM - Polîsan vê serê sibehê girt ser mala Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Semra Turan û ew binçav kirin.    Vê serê sibehê polîsan bi ser mala Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Semra Turan, girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û hemû alavên li malê belav kirin. Piştî lêgerînê Semra hat binçavkirin û polîsan ew bir Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.    Derbarê binçavkirina Semrayê de tu agahî nehat bidestxistin.