‘Li şûna tunekirina xwezayê divê em xwedî li xwezayê derkevin'
- 09:07 19 Kanûn 2020
- Ekolojî
AMED - Aktîvîsta ekolojiye Çîlem Aydin bal kişand li ser qeyrana ekolojiye û wiha got: “Li cîhanê her zindiyek parçeyek ji pergala xwezayî ye. Berdewamiya vê pergalê berdewamiya mirovan e. Lewra divê em zêdetir baldar bibin. Şûna xelaskirinê de divê em hilbêrînin.”
Li Tirkiyeyê mijara parastina ekolojiyê her tim di rêzên dawiyê de cih digire. Ekolojî bi projeyên nû yekser tên texrîpkirin, kesên ku li dijî wê yekê derdikevin jî bi astengiyên cur bi cur re rûbirû dimînin. Ji ber ku pergalek bi hev re girêdayiyê dema parçeyek ji xwezayê bê texrîpkirin ev tişt bandorê parçeyên din jî dike. Wekî di şewata daristanan, hemû zindiyên li daristanên dişewitin û ji holê radibin. Lê şûna ku texrîbat ji holê bê rakirin ev qad ji rantê re tên vekirin. Serdestiya mirovan a li ser xwezayê pêşiya qirkirinên ekolojîk vedike. Têkîldarî mijarê aktîvîsta ekolojiye Çîlem Aydin ji ajansa me re axivî.
‘Aktîvîstên ekolojoyê bi zextan re rûbirû dimînin’
Çîlem diyar kir ku geşadenên li ser qeyrana ekolojiye hemû bi hev re girêdayî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku diçe dengeya qeyrana ekolojiye xirab dibe. Bi şewata daristanan, lehî, bahoz û nêçirvaniya ajalan ve zirarê xwezayê derket astekê jor. Her wiha em hewceyî xwezayê ne û herî zêde jî em zirarê didin xwezayê. Loma ji vê qeyranê jî herî zêde em bi bandor dibin. Wekî li seranserê cîhanê li Tirkiyê û bajarên kurdan jî xwe bi hişmendiya qirkirina ekolojiye ava kiriye heye. Bi taybetî jî bi feraseta netew-dewletan polîtîkayên qirkirina ekolojiyê tê meşandin. Helbet sepandina desthîlatdarê jî ji bo wan qirkirinan ev pêvajoyê bi lez dixe. Darên bi hezar salî ji cihê wan tên derxistin û şûna wan de navenda danûsitandinê, mizgeft û avahiyan tên avakirin. Şûna robarên ku bi hezar salan bi awayekî azad diherikin pêşiya wan bendav tê çêkirin. Dîsa li herêmê bi hevkariya desthîlatdar û sermeyedaran projeyên veguherandina bajarvaniyê tên pêşxistin.Tevî van yekan aktîvîstên ekolojiye ku destnîşanê van polîtîkayên qirkirinê dikin jî bi zextan ve rûbirû dimînin. Kesên ku têkoşîna ekolojiyê dimeşînin tên kirîmînalîze kirin.”
‘Pergala xwezayî tên tunekirin’
Çîlem got bi projeyên HES ekosîstem tê tune kirin û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê mijarê mînaka herî ber bi çav baxçeyên hewselê ye. Li tenişta Robara Dîcleyê rafîneyên petrolê hat çêkirin û bi vî awayî av hat qirêj kirin. Ev proje di heman demê de jiyana zindiyan di nav avê de jî xist bin xetereyê. Tevî van yekan cûreyan ajalan jî dibe û di robar û behran de qeyranek pêk tê. Ligel van mijaran qeyranek demsalî jî heye. Hejmara çolan zêde dibe, guherandina demsalan pêk tê, nexweşî zêde dibin û bi van yekan dengeya organîzmayan jî xirab dibe. Cara bi destê mirovan an jî ji ber polîtîkayên desthîlatdarê tenê bi şewata daristanan bi hezaran zewî tên tunekirin. Bi van qirkirinan ne tenê dar û zewî tên tunekirin, pergala xwezayî tê tunekirin. Bi qadên beton qirkirina ekolojîk her ku diçe zêdetir dibe. Di bin navê restorasyonê de ji Sûrê peka Baxçeya Hewselê bi kemçeyan rêyên beton tên çêkirin. Bi bendava Ilisuyê jî Heskîfê guherandan qadekî beton. Dîsa şêniyên li Sûrê koçber bûn, li şûna mala wan avahiyên ku dişibin girtîgehan hatin çêkirin. Qeyrana ekolojiye ligel xwe qeyranek civakî û cûrbecûr qeyranan anî.”
‘Em ê xwedî li xwezayê derkevin’
Çîlem destnîşan kir ku divê mirov serdestiya xwe ya li ser cîhanê re bi dawî bîne û got: “Divê hişmendiya ekolojiyê zêde bibe. Li ser cîhanê her zindî parçeyek ji pergala xwezayî ye. Berdewamiya vê pergalê berdewamiya mirovan e. Lewra divê em zêdetir baldar bibin. Şûna xelaskirinê de divê em hilbêrînin. Divê gava yekemîn ji mirovan ve bê destpêkirin. Em bi qeyranek re rûbirû ne û em dikarin pêşiya vê qeyranê bigirin. Loma pêwiste ku em xwedî li xwezayê derkevin. Helbet ligel van babetan divê dewlet jî dev jî texrîpkirina xwezayê berde. Bi vî awayî pêşiya ev qeyrana ekolojiye tê girtin.”