Parêzera Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke bi rêxistinî bê dayîn
- 09:05 4 Tîrmeh 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, derbarê tecrîda girankirî ya ku 40 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin de axivî û got: "Agahî negirtin tê wateya israrkirina çaresernekirina pirsgirêka kurd e."
Tercîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û 40 meh in jî agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzer û mabatan jî 8 sal in pêk nayên. Sepandinên keyfî didomin. Her wiha Veysî Aktaş ê ku 30 sal e girtiye divê bê berdan salek din ceza lê birîn.
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Raziye Ozturk, derbarê tecrîdê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
'40 meh in agahî nayê girtin'
Raziye, diyar kir ku, li Îmraliyê her tim tecrîdek hebû û wiha bi lêv kir: "40 meh in agahî nayê girtin. Ev rewş tê wateya îşkenceyê. Ev îşkence ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye qebûlkirin û bi raporên CPT'ê li holê ye. 40 meh in îşkence, bêhiqûqî û hewldana kêyfî didome. 40 meh in agahî nayê girtin tê wateya israra neçareseriya pirsgirêka kurd e. Ji holê ranekirina tecrîdê tê wateya israra kurbûna qeyrana aborî, siyasî û civakî. Li Îmraliyê hiqûq nîne, hemû sepandin li dij hiqûqê ye lê belê sepandinên ku tên kirin bi biryarên dadgehê ve girê didin. Hebûna biryarên dadgehê nayê wateya meşrûkirinê."
'Li hemberî hiqûqê bêbaweriyek heye'
Raziye, daxuyand ku ji bo azadiya fizîkî û li dijî tecrîdê têkoşînek tê dayîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Parêzer ji bo hevdîtinê ji bo ji holê rakirina tecrîdê serlêdanan dikin. Ji bo hiqûnasan ev demek dirêj e çalakiyên rêkûpek tên kirin. Em hiqûqnas hem li girtîgehan û hem jî di dadgehan de rewşa tecrîdê ji nêz ve dibînin û dişopînin. Mîsyonek me ya hiqûqanasan heye ku parastina mafê mirovan û pêkanîna edaletê bike. Em niha asta ku Tirkiye hatiye lê binêrin, di pêkanîna edaletê de peyva edaletê êdî nayê bikaranîn. Li hemberî hiqûqê bêbaweriyek heye. Ev rewş yekcar pêk nehat û bi demê re hat avakirin. Peyva hiqûqê ji holê hat rakirin. Em wek hiqûqnas li dijî wan sepandina têdikoşin. Em parêzer li dijî vê jiyanê bertek nîşan didin. Nayê wateyê ku tenê hiqûqnas bertek nîşan bidin ev bertek hewldaneke mirovî ye. Serlêdanên baroyan û hevpîşeyên me biqîmet in. Divê ev hewldan û serlêdan bi rêxistinî bidomin û li her qadê refleks bên nîşandan."
Li dijî tecrîdê berxwedan
Parêzer Raziye, diyar kir çalakiyên ku ji bo Abdullah Ocalan tên kirin girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin heye. Li dijî tecrîda li hember Birêz Ocalan dengek tê derxistin. Girtî destî çalakiya greva birçîbûnê kirin û niha bi rêbazek din berxwedana xwe didomînin. Ji meha nîsanê heta niha bi malbatên xwe re hevdîtinê nakin û dernakevin dadgehan. Bi çalakiyên xwe hewl didin ku rewşa îşkenceyê ya Îmraliyê teşhîr bikin û rewşa li Îmraliyê bi rêya malbatên xwe ji raya giştî re ragihînin. Ji hela gel ve meş tên lidarxistin, ne tenê li Tirkiyeyê her çar parçeyên Kurdistanê çalakî tên meşandin."
Konseya Ewropayê bêdeng e
Raziye da zanîn ku tecrîd domandina komploya navneteweyî ye û got: "Anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên din pêk hat. Domandina tecrîdê jî bi piştevaniya dewletên Ewropayê ve pêk tê. Em helwesta DMME, CPT û Konseya Ewropayê dibînin. Ji ber vê sedemê jî divê têkoşîn bi rêxistinî berdewam bike. Niha hemû mekanîzmayên Konseya Ewropayê bêdeng in. Dosyayên me yên li DMME li benda biryaran e, ev bendewarî tê wateya domandina tecrîdê. Ji ber ku biryareke îhlalê bê dayîn dê di hêla qanûnê de bikevin nav tengasiyên mezin. Dema em qala Birêz Ocalan dikin em ne tenê behsa kesekî dikin vê yekê dewletên Ewropayê baş dizanin. Birêz Ocalan temsîliyeta bi milyonan kurdan dike. Pradîgmaya Birêz Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurd e, her wiha pergala heyî jî ji binîvê dihejîne. Avakirina modernîteya demokratîk dê vê pergalê hilweşîne. Ji ber vê yekê vê pergalê naxwazin, naxwazin gel rêvebertiya xwe bike, aştî pêk bê û modela mirovên azad pêş bikeve. Ji bo pergala niha mirovên ku bikarin tehekûmê li wan bikin dixwazin."
Bîryar hat dayîn lê gav nehat avêtin
Raziye, daxuyand ku di sala 2022'yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn û wiha bi lev kir: "Di serdanê de biryara 'Tedbîrê' hat dayîn. Lê belê li hemberî biryarê gav nehat avêtin. Vê carê me bi sernavê 'Çalakiya lezgîn' serî li Raportoriya Taybet a NY'ê da. Me di serlêdanên xwe de behsa qutkirina ragihandinê ya ji dervê kir. Astengkirina hevdîtina parêzeran anî ziman û me derbarê mijaran de agahî û belge dan. Ne berdana Veysî Aktaş me bi taybetî ragihand. Rewşa li Îmraliyê ji hevdû nayê qutkirin, ji ber vê me serlêdaneke hevpar kir û me banga çalakiya lezgîn kir. NY, di dema îşkenceyan de divê demildest bikeve nav hewldanan. Me daxwazên xwe ya hevdîtina parêzer û malbatan anî ziman û me xwest bila bi Tirkiyeyê re bikevin nav hewladanan. Me xwest serdana girtîgehê bikin û bi muvekkîlen me re rûbirû hevdîtinê bikin û derbarê mijarê de jî raporek amade bikin."
Serdan dê bidomin
Parêzer Raziye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serlêdanên me ya mekanîzmayên Konseya Ewropayê didomin. Her wiha em ê serlêdanên xwe ya NY'yê jî berdewam bikin û mekanîzamayên herêmî jî dê serdanên me pêk bên."