‘Ji têkoşîna jinan a gerdûnî ditirsin’

  • 09:05 18 Çile 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît bal kişand ser Peymana Stenbolê ya ku hat fesihkirin û destnîşan kir ku biryarên li dijî Peymana Stenbolê siyasî ne û got: “Bi betalkirina Peymana Stenbolê û nîqaşkirina qanûna tûrbanê tê xwestin di nav jinan de parçebûyînek pêk bînin.”
 
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi biryarnameya ku di 20'ê Adara 2021'ê  de îmze kiribû ji Peymana Stenbolê ya ku di encama têkoşîna jinan de hatibû îmzekirin vekişiya. Li dijî biryarê gelek jin û rêxistinên jinan serî li Şûraya Dewletê dan. 10'emîn Daîreya Cezayê ya Şûraya Dewletê tevî ku dozger daxwaza betalkirina biryara vekişînê kir jî ev biryar di cih de dîtin. Herî dawî  Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê  (DÎDDK)  demek berê biryara vekişînê erê kir û got ku biryar li gorî hiqûqê ye.
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît têkîldarî hedefgirtina Peymana Stenbolê nirxandin kir.
 
‘Biryar siyasî ye’
 
Zîlan, diyar kir ku li Tirkiyê biryarên hiqûqî li gorî siyaseta tê kirin tên dayîn û wiha axivî: “Peymana Stenbolê demek dirêj di rojeva desthîlatdariyê de bû. Biryarên li dijî Peymana Stenbolê siyasî ne. Biryara ku Şûrayê Dewletê derbarê Peymana Stenbolê daye lid ij hiqûqê ye. Daxuyaniyek Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî hebû ku li gorî vê daxuyaniyê dihat gotin ku Qanûna Hejmar 6284 hemû mafên jinê û malbatê di nav xwe de dihewîne lewra hewcehî bi Peymana Stenbolê nîne. Lê belê di navbera Peymana Stenbolê û Qanûna Hêjmar 6284’ê de cudahî henE. Peymana Stenbolê di hiqûqa navneteweyî de tê pêjirandin û Qanûna Hêjmara 6284 li gorî hiqûqa navxweyî ye û bi vekişîna ji Peymana Stenbolê ev qanûn dê çawa were pêkanîn ne diyar e. Tenê di sala 2021’ê de 280 jin hatin qetîlkirin. Tê xuyakirin ku bi feshkirina Peymana Stenbolê tundî û qetîlkirina jinê her diçe zêde dibe.”
 
‘Qetîlkirina jinan tê rewakirin’
 
Zîlan, destnîşan kir ku, jin bi awayekî sîstematîk di encama polîtîkayên hikûmetê de tên qetîlkirin û got: “Kuştina jinan ne ji polîtîkayên newekhêviya zayenda civakî cudatir e. Lê belê polîtîkayên desthîlatdarê kuştina jinan  girêdayî mijarên şexsî û exlaqî dike. Bi vê yekê hem kuştina jinan tê rewakirin hem jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê pêşiya qetîlkirina jinan tê vekirin.  Ji bo ku jin doza mafên xwe nekin Peymana Stenbolê hat betalkirin.  Lê çawa ku ji Peymana Stenbolê hat vekişîn têkoşînek jinan a ji bo parastina Peymana Stenbolê hat destpêkirin. Ji wê rojê heta niha jî jin li qadan in û têkoşîna xwe mezintir dikin. Lê bêguman ev têkoşîn têrî nake. Divê ev têkoşîn hem bi jinên Tirkiyê hem jî bi jinên kurd re bi awayekî hevpar were meşandin.”
 
‘Dixwazin di nava jinan de parçebûyînekê bikin’
 
Zîlan, balê kişand ser qanûna tûrbanê jî û anî ziman ku ev qanûn xespkirina mafên hin qismên civakê ye û got: “Yek ji sedemekê betalkirina Peymana Stenbolê jî ew bû ku peymanê  mafên LGBTÎ’yan di nav xwe de dihewand. Qanûna tûrbanê jî berdewamiya vê yekê ye. Bi vî qanûnê jî di bin navê parastina jinên turbanê bi kar tînin de tê xwestin mafên LGBTÎ’yan were xespkirin. Bi betalkirina Peymana Stenbolê û nîqaşkirina qanûna tûrbanê dixazin  di nav jinan de parçebûyînê çêbikin.”
 
‘Dixwazin bi gotina jina maqul teşe bidin jinan’
 
Zîlan,  daxuyand ku bi gotina 'jina maqûl' dixwazin jinan li gorî xwe bi teşe bikin û axaftina xwe  wiha domand: “Peymana Stenbolê bi hinceta ‘pergala malbatê xira dike’ hat betalkirin. Lê di esasê de tê xwestin ku jinan li gorî xwe bi teşe bikin. Li Tirkiyê mafên jin, zarok û LGBTÎ’yan nayê parastin."
 
‘Serhildana jinan wan ditirsîne’
 
Zîlan, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna jinan gerdûnî bûye û got: “Di civakê de yên herî zêd têdikoşe jin in. Têkoşîna jinan dibe sedema guhertina sîstema heyî û çarenûsa civakê. Mafên jinan zêdetir tê binpêkirin û yê ku herî zêde bi kedxwariyê re rûbirû dimînin jî dîsa jin in. Lewra jin di qadên civakî de hem ji bo mafên xwe hem jî ji bo azadiyê roleke aktif dilîzin. Li Îranê jî bi qetilkirina jina kurd Jîna Amînî re serhildanek hat destpê kirin. Bêguman ev serhildan dewletên ku dixwazin jinan girêdayî sîstema xwe bikin ditirsîne. Lewra ji bo ku jin ji qadan vekişîn tên hedefgirtin û dixwazin ku têkoşîna wan biçewisînin. “