Jinan bertek nîşanî êrişan dan: Hedef destkeftiyên kurdan e

  • 10:30 22 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Kobanê dan û wiha gotin:"Kobanê ya Kobaniyan e." 
 
Dewleta tirk di 20'ê Mijdarê de bi balafirên şer êrişî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Her wiha Kobanê Şehba Zirgan û Qendîl a li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Yek jê rojnameger 14 kes hatin qetilkirin. Li çar aliyên Kurdistanê li Ewropayê nerazîbûn û bertekên li dijî êrişan didomin. Jinên êriş nirxandin gotin li Kobanê ya ku DAÎŞ lê têk çû têkoşînek mezin hat dayin û Kobanê ya mirovên li wir dijî ne. 
 
'Hedef destkeftiyên kurdan e'
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelik bi lêv kir ku êriş ne tenê ji bo amadekariyên hilbijartinê ye û wiha got:"Li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin hatibû dayin. Li Stenbolê senaryoyek hat nivîsandin û ev senaryo di beşa ewil de bi dawî bû. Çimkî herkesî dizanîbû ew teqîn ji bo çi û kê pêk anî. Rêxistinên girseyî yên demokrasiyê xwedî hişmendî ne. Ji parvekirinên li ser medyaya dîjîtal diyar bû ku AKP çiqasî di tengasiyê de ye. Hedef destkeftiyên kurdan e. Êrişên li ser Kobanê li dijî şoreş û îradeya jinan bû.  "
 
'Ew ê bi ser nekevin'
 
Dayika Aştiyê Hanim Sever êrişa li ser Kobanê şermezar kir û wiha got:"Ew çiqasî êriş bikin jî nikarin bi ser bikevin. Bi salane kurd qetil kirin gelo bi ser ketin? Kobanê tevî bombebaranê neket. Em heqê xwe dixwazin. Kobanê ne ya kesekî ye ya kesên li wir dijî ye. Ev faşîstana xwe bi xwînê xwedî dikin. Divê em wir biparêzin ji ber wir a dayik û bavên me ne. Malan hildiweşînin, ajalan dikujin, dixwazin gel birçî bihêlin. Lê ew ê bi ser nekevin."
 
'Êrişa li dijî şoreşa jinê ye'
 
Endama Piştevaniya Morê Deniz Uslu, şerê li Rojhilata Navîn veguheriye qirkirina kurdan, zarokan û jinan û wiha got:"Êrişa li ser Rojava ne ewlehî ye di eslê xwe jiyana me gişan dixe nava xetereyê. Ev êrişeke li dijî şoreşa jinê ye vê şoreşê jî DAÎŞ têk bir. Bi vê êrişê jî dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan eşkere dikin. Ji bo kesên li dû êrişa qirêj a Stenbolê derkeve em ê li berxwe bidin."
 
'Ev perçeyekî şerê emperyalîst e'
 
Ji Tevgera Jinê ya Sosyalîst (SKH) Sibel Yaşar, da zanîn êrişa îktidarê ya li hember Kobanê encama şerê emperyalîst e û wiha got:"Rejîma qesrê ji bo xwe bi hêz bike li Stenbolê teqînek pêk anî. Em wekî jin dizanin ev perçeyekî şerê emperyalîst e."
 
'Divê polîtîkaya li derve jin bi rê ve bibin'
 
Endama Partiya Çep a Kesk Sevgi Akgul li dinyaya ku muzafakar dibe jin dibe hedef û wiha pê de çû:"Şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike. Em wekî jin li hember her cureyê şer disekinin. Divê hemû welat dev ji polîtîkayên şer berdin. Divê polîtîkaya li derve jin bi rê ve bibin."