‘Piştevanî dide jiyîn’

  • 09:03 22 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Xizmên jinên ku hatine qetikirin axivîn û diyar kirin ku li dijî qirkirina jinan piştevanî û rêxistin gelek girîng e û banga ‘Em dest ji doza xwe bernedin’ kir.
 
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinê, jin li dijî şîdeta mêr li qadan e û dengê xwe bilind dikin. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistan û Rojhilat li dijî şîdeta mêr jin berxwedana xwe didomînin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî şîdeta dewlet mêr li hember jin û zarokan didome û dîsa li vê qadê jî jin têkoşîna xwe roj bi roj mezin dikin.
 
Li aliyê din li gorî  daneyên ajansa me kom kirine di 10 mehên ewil yên salê de herî kêm 219 jin û 41 zarok hatine qetilkirin 19 jin û 51 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê jin zêde hedef hatin girtin.
 
Li Îzmîrê xizmên jinên di dîrokên cuda de hatine qelkirin der barê piştevaniya li dijî şîdeta dewlet-mêr û pêvajoyên dozên jinan ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Îhmalên mezin hebûn’
 
Ceyda Yuksel di 20’ê Tebaxa 2020’î de li Bornova ya Îzmîrê ji aliyê Serkan Dîndar ve hat qetilkirin. Dayika wê Fîlîz Demîral diyar kir ku daraz pir hêdî pêk tê û got: “Îhmalên mezin hatin jiyîn. Ambulansa hat cihê bûyerê  divê ekîba wê bidîta li wir întîxar tune. Jin ji katê 5’an tê avêtin. Gelo hemû hişê xwe winda dikin û dikevin? Ev li hesabê mêran tê. Polîs naxwazin bi dadgehan re mijûl bibin. Mirina bi guman tune. Daxistinên tahrîkê didomin. Divê êdî di vê rûniştinê de taloqkirin tunebe. Ji bo gumanbar bê berdan dozê dirêj kirin. Heta dawî ez ê têbikoşim ez ê biçim DMME’ê.”
 
‘Em dest ji doza xwe bernedin’
 
Fîlîzê da zanîn divê ew dev ji doza xwe bernedin û wiha dawî lê anî: “Di lêgerîna maf de ez hatim derbkirin. Ez li ber edliyê rastî zexta psîkolojîk a polîsan hatim. Ez li dadgehê sûcdar dihatim dîtin. Em li mafê xwe bigerin. Îro keça min sibê yek din. Dibêjin ‘ew li xwe nekiriba, neçûba wir’.  Em li dijî van têdikoşin. Em ne pêlîstokên mêran e. Her ku em bêdeng bin wê cînayetek nû çêbibe. Em dest ji doza xwe bernedin. Peymana Stenbolê dide jiyîn.”
 
‘Qanûna hejmar 6284 pêk bihata wê Hulya îro bijiya’
 
Dîsa di 22’ê cotmehê de li Bornovayê jina bi navê Hulya Şellavci Yegen ji aliyê Kaffar Yegen  ku pê re di asta destberdanê de bû, ve hat qetilkirin. Gumanbar di 9’ê mijdarê de hat girtin. Keça Hulyayê, Buseyê da zanîn ku  di pêvajoya lêgerîna gumanbar de şîna xwe jî negirtine û wiha got: “Dadger tiştên pêwist nekir. Kujer hat dîtin lê ji bo ewlehiya me divê cezayê heq dike bigire. Dewlet neçar bû dayika min biparêze. Divê qanûna 6284 pêk bihata. Cezayê tazyîk bigirta wê niha dayika min bijiya. Ji bo kujerên jinên din bên dîtin ez ê têbikoşim.”
 
Parastin wisa dibe?
 
Li Îzmîrê mêrê bi navê Anil Yorum di 26’ê Adarê de, Sezen Unlu ya di temenê zaroktiyê de bû û pê re dijiya bi kêrê qetil kir. Hat hînbûn ku Sezen 5 mehî ducanî bûye û  der barê gumanbar de ‘kuştina bi zaneyî ya kesan’ û ‘qetilkirina jina ducanî’ cezayê  seranserê jiyanê ya giran û 20 sal ceza da. Dayika Sezenê Remziye Oralli  diyar kir ku hem destdirêjî lê hatiye kirin, hem hatiye tehdîdkirin û hem jî qetilkirin. Remziyeyê wiha dirêjî dayê : “Sezen 16 salî bi mehra olî hat zewicandin. Min nedixwest bizewice. Lê bav û meta wê got tu nikarî tiştekî bêjî. Hemû jî sûcdar in. Gelo zarok dikarin bên zewicandin? Jixwe polîs jî xwedî lê derneket. Biryara dûrxistinê danê lê kelepça elektrîkê li lingên wî xistibana wê nêz nebûna. Parastin wisa dibe? Ger bav ji zarokên xwe hez nekin zarok hezkirinê li cihên şaş digerin. Ya wan ne hezkirin e hewes e. Hewes biqede her tişt diqede.”
 
Li navçeya Karabaglar di 9’ê Kanûna 2020’î de Hasan Ozan Baştosun  Fulya Ozturk ya dest jê berdabû qetil kir. Li gumanbar doz hat vekirin û 25 sal ceza lê hat birîn. Delîlên li holê jî ji nedîtive hatin.
 
Dayika Fulyayê, Husniye Çelebî ev tişt anî ziman: “Kujer bi helwestek qerfî lêborîn xwest. Cezayê girtibû şand temyîzê. Ez ê li mafê keça xwe bigerim. Divê kujer ji jinan dûr bikevin. Ew 4 saetan guhdar kirin û ji min re jî gotin bêdeng be. Ez bi kujer re hatim rû hev. Heta jin piştgiriyê bidin hev em ê hebin.”