Prof. Neşe Ozgen: Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ jîneolojiyê nîşan dide

  • 09:02 22 Mijdar 2022
  • Rojane
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof.Dr. Neşe Ozgen çavdêriyên xwe yên der barê 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî de anî ziman û got di konferansê de jin çawa têdikoşin hatiye axaftin û konfederalîzma demokratîk a jinê bi coşek mezin hatiye pêşwazîkirin.
 
Tora Jin Pêşerojê Dihûnin bi dirûşma ‘Şoreşa me: azadkirina jiyanê ye’ 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî di 5-6’ê Mijdarê de li Berlîn a Elmanyayê pêk anî. Di serî de tevgera jinên Kurd ji 41 welatî 800 jin tevli konferansê bûn. Di encamnameya konferansê de îfadeyên wek ‘em jin dibin xwebûn, em navên ku kapîtalîzm û serdestiyê li me û axa me kiriye red dikin, em navên nû digirin, em êdî di dema jinê de ne’ cih girt.  Her wiha di encamnameyê de banga têkoşîna hevpar ya di esasa şoreşa jinê de hat kirin.
 
Prof. Dr û civaknas Havva Neşe Ozgen ya tevli konferansê bû çavdêriyên xwe ji ajansa me re nirxandin.
 
Neşeyê da zanîn ku der barê konferansê de amadekariyek cidî hatibû kirin û got: “Jinên ji ser rêxistinî û şexsî tevli bûbûn  nêrînên xwe  parve kirin. Der barê, di kîjan mijaran de divê atolye bên vekirin, atolye çawa bên kirin, bi kê re bê kirin, hatin diyar kirin. Ev gelek bi nirx bû. Di gelek konferansan de tê gotin ku bila ev akademîk be an jî bila nebe, naxwazin dengekî dijber derkeve. Lê di vê konferansê de bi tevlibûna jinan encamname bi teşe bû.”
 
‘Du rojan nîqaş hatin meşandin’
 
Neşeyê da zanîn ku jinên Başûrê Emerîkayê bi dirûşma ‘li dijî beden êrîş hebe divê li dijî vê bê derketin’ tev geriyane û  jinên Kurd û jinên Afgan jî  der barê ku divê dirûşme çawa bên bikaranîn de li salonê tempoyek ava kirin. Du rojan li salonê nîqaş hatin kirin û ji 8 zimanan werger hatin kirin.
 
‘Konfederalîzma jinê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin’
 
Neşeyê wiha dirêjî dayê: “Temaya esas a konfernasê ‘konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê û hevparbûn’ bû. Ev hewldanek şoreşger bû. Hem di bangê de hem jî di encamnameya konferansê de ‘biryarbûna avakirina konfederalîzma jinê’ bi coşek mezin hat pêşwazkirin. Jinên cîhanê bi rêxistinbin jî ne bi rêxistin bin jî hewcedariya wan bi rêxistinên sîwaneyê heye. Ji bo çalakî û tevger bi hev re bên kirin gelek girîng e. Berê jî jinan li welatên xwe çalakî pêk dianîn. Lê çalakiyên wisa hevpar hewce ne. Ev jî bi Konfederalîmza demokratîk a jinan pêkan e. Ev wê me gelek lez bike.”
 
‘Mijar ne mijara sergirtinê ye’
 
Neşeyê her wiha balkişand ser dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ya ku global bûye û got ev di konferansê de jî bi coş û kelecanek mezin hatiye ferqkirin û wiha bi lêv kir: “Jinên Kurd dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bi teşe kirin û li Rojava bilind bû û niha li Rojhilat û Îranê bilind dibe û global bû. Hevalên ji Îranê hatin bi taybet xwestin vê nîqaş bikin. Tişta jinên Îranê nîşanê me da ev bû; Peşengiya têkoşîna jinên Îranê jinên ciwan dikin. Ev ne tevgera serhildanê ya her dem bû. Ev têkoşîneke jinê ya ku teoriya wê hîn bêtir bi kok û  gerdunî ye. Di esasa vê têkoşînê de serhildana li dijî dîktatoriya mola hat nîşandan. Ev ne mijarek hêsan ya ‘Ez dixwazim serê xwe vebikim’ ev ne mijara sergirtinê ye. Ev mijarek cuda ye. Ev sekna bi biryar ya gerdûnî ya li dijî pergalê ye. Dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bi kîjan zimanî bê berzikirin jî îdeolojiya gerdûnî, jîneolojiyê îşaret dike.”
 
Sê komên jinan
 
Neşeyê destnîşan kir ku ew jî tevli atolyeya ‘Koçberkirina bi zorê’ ya ku nêzî 60 jinî ku ew e jî tê de, bi rê ve dibirin, bûye û li ser koçberiya ferzkirî nîqaş kirine, biryar girtine ku divê NY newekheviya koçberiya îradî an jî ferzkirî teqez biguhere. 
 
Neşeyê wiha dawî lê anî: “Di xebatên penaberan de sê komên jinan hene. Yek ji van koman koma Fîlîstîn, Kurd, Afganîstan Hazara ye. Me li sedemên van sê rêxistinên jinan mêze kir. Ev her sê gel bê dewleti n. Dizanin bêdewletbûn çawa ye û ji ber vê xwe rêxistin dikin. Jinek Êzidî tiştên ku jiyabû û têkoşîna dabû vegot. Xeta esas ya konferansê bi giştî ne li ser binpêkirina jinê, li ser jin çawa têdikoşin, sekinî. Di encama nîqaşan de avakirina konfederalîzma jinên cîhanê bi coş hat pêşwazîkirin.”