Minou Mirabal: Cihê ku jin dengê xwe lê bilind bikin, kolan in

  • 11:40 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Gulistan Dursun-Melek Avci
 
STENBOL - Keça Minerva Mirabal a yek ji sembola 25'ê Mijdarê, Minou Mirabal têkildarî serhildana jinê ya pêş dikeve da zanîn ji bo jin hêza xwe biparêzin divê bibin yek. Minou got:" Cihê ku jin dengê xwe lê bilind bikin, kolan in."
 
Patria, Minerva û María Teresa yên wekî Xwişkên Mîrabal tên pênasekirin ji ber têkoşîna didan, di 1961'ê de ji aliyê diktator Rafael Trujillo yê Komara Dominikê bi rê ve dibir, hatin qetilkirin. Loma 25'ê Mijdarê Roja Xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin di 1999'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hat îlankirin. Ji wê rojê de ye jin di 25'ê Mijdarê de li her aliyên cîhanê derdikevin qadan. 
 
Li serhildana malbatê xwedî derdikeve
 
Minou Mirabel a qîza Minerva Mirabel e jî xwedî li mîrateya têkoşînê ya malbata xwe derket. Minou, Filolog, profesor e û li Komara Domînîkê siyasetê dike. Her wiha di qada navneteweyî de wekî têkoşereke edalet, maf û demokrasiyê tê naskirin. Minou li ser vexwendina jinan bi munasebeta 25'ê Mijdarê di rojê borî de hat Tirkiyeyê. Hevdîtinên Minouyê ya eleqeyeke baş li hemberî wê hat nîşandan, didomin. 
 
Em ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin û Minou ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Xwişkên Mîrabal didin jêderka feyzê'
 
Minou, bi lêv kir ku Xwişkên Mîrabal ji bo kesên têkoşîna demokrasî, mafê mirovan didin, dibe feyz û wiha pê de çû:"Dema em li bûyerên li Komara Dominikê dinêrin em têkoşînekê dibînin lê hezkirinek li dû vêya heye. Fedakariyeke ji ber hezkirinê. Komara Domînîkê ya perçeyekî giravê ye ji nokteyên erdnîgariyê dûr e. Lê belê bi cudahiya xwe li hemû welatî, li Emerîkaya Latînî, li her nokteyên cîhanê ji ber hêza xwe dibe sedema perçeyekî çîroka feyzê. Em bi vêya serbilind in. Em dizanin ev mijarana têkoşîna esasî ya ji bo demokrasî û mafê mirovan pêş bikeve pêk tînin. Loma Xwişkên Mîrabal û doza wan her tim zindî ye. Xwişkên Mîrabal didin jêderka feyzê."
 
'Divê em jî piştgiriyê bidin serhildana li Îranê'
 
Minou, bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî û got:"Divê jinên li berxwe didin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hemû dinya dibîne Rejîma Îranê çawa jinan 'îstismar' dike. Cihên jin dengê xwe lê bilind bikin kuçe, kolan in. Bila jin tu carî dev ji dîmenên xwe yên li kolanan bernedin. Divê gavê ji doza xwe paşde neavêjin. Bi gavavêtina jinekê girse ket tevgerê. Tevgereke wiha ne tenê li dijî Îranê li hemû cîhanê bû sedema cudatiyekê. Divê em jî piştgiriyê bidin. Em dibînin bi çîrûskeke biçûk çawa tevegereke mezin pêk tê. Em bi vêya dibînin ku pinpînik dema baskên xwe li ba dikin bandoreke çawa mezin dike. "
 
'Nêta me tune ye em gavê paşde biavêjin'
 
Minou da zanîn ji bo jin hêza xwe biparêzin divê bibin yek. Minou got:" Jin dema têbikoşin dikarin dengê xwe bilind bikin. Çimkî me ev tişt berê jî pêk anî. Çimkî em ji sedî 50 yê serjimarê ne û ev nayê paşguhkirin. Berî akimên dawiyê akim û serhildanên biçûk hebûn. Lê ez bawer im ev ê hîn pêş bikeve. Jinên tên tecawizkirin, ên mafê wan tên binpêkirin hene. Sekin tune ye, nêta me tune ye em gavê paşde biavêjin. Baweriya me tam e ku em ê dengê xwe bidin bihîstin."
 
'Divê fikir neyên hepiskirin'
 
Minou, têkildarî jinên siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, mirovên zanistê, rojnameger ên di girtîgehê Tirkiyeyê de ne wiha got:"Li tu derê cîhanê kesek ne mecbûr e ku ji ber fikir û koka xwe di girtîgehan de bin. Ji ber perçeyê nasnameyeke din e, xwediyê rengekî din e, xwediyê îdeolojiyeke din divê tu kes neyên hepiskirin."